HDP’ê NY ji bo Efrînê hişyar kir: Nehêlin duyemîn Srebrenitsa pêk bê

img

ENQERE - Rêxistina HDP'ê têkildarî êrîşa li ser Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û xwest rola xwe bilîze. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, ji NY'ê xwest ku ji bo Efrîn nebe Srebrenitsaya duyemîn mîsyona xwe pêk bîne. 

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bilgen, têkildarî civîna MYK'ê ya der barê geşedanên rojane de, li Navenda  Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Hişyar Ozsoy amade bûn. 
 
Bîlgen, diyar kir ku wan di civînê de xebat û amadekariyên Newrozê û geşedanên siyasî girtine dest. Bilgen, anî ziman ku mijara wan a sereke êrîşên li ser Efrînê bû û wiha got: "TTB'ê li dijî şer bertekên xwe anîn ziman û rastî zext û tundiyê hatin. Îro 14'ê Adarê cejna tîpê ye. Bijîşkan xwest bi minasebeta vê rojê daxuyaniyê bidin û rastî êrîşa tund hatin. Kuçik berdan ser bijişkan. 14'ê Adarê bi van dîmenan bê bibîranîn pir watedar e. Darizandina bijîşkağn ji ber daxwazên me yên aştiyê anîn ziman e. " 
 
'HERÊM Û ERDNÎGARIYA KURDAN BI POLÎTÎKAYÊN LEŞKERÎ NAYÊN RASTKIRIN'
 
Bilgen, bal kişand ser pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û xwest pirsgirêk bi vîna gelê herêmê bên çareserkirin û wiha got: "Îro li Sûriye modelek çawa hebe, divê gelê Sûriye vê biryarê bidin. Bi tundiya leşkerî dixwazin li Rojhilata navîn modelekê çêkin. Bi tundiya leşkerî û zextan herêm û erdnîgariya kurd nayê rastkirin. Neteweyên Yekbûyî (NY) li pişt dramên nû yên mirovahiyê ne. Ger ku NY vê helwesta xwe ya li hemberî Efrînê bidomîne dê Srebrenitsa yên nû pêk bên. Li şûna Tirkiye guh bide NY, hêza leşkerî li ser gelê herêmê dide meşandin. Dixwaze bi hêza leşkerî Suriye nîzam bike. Bang li NATO dike. Gun nade biryara NY'ê. Em ji rojên berê dizanin ku bûyerên NATO mudaxale kiriye encama çawa derketihe holê."
 
'ÎKTÎDARA SIYASÎ HER ROJ BI KUŞTINÊ PESNÊ XWE DIDE'
 
Serokwezîr kesên ku kêfa xwe li rêwiyên di balafira ket tînin rexne dike. Lê îktîdara siyasî her roj kêfa xwe bi kuştinê tîne. Her roj pesnê xwe bi kuştinê dide. Em îro her roj li îktîdara siyasî ya pesnê xwe bi kuştinê dide guhdar dikin. 
 
‘GELO ERDOGAN GOTINEK KU JI KURDAN RE BIBÊJE HEYE?’ 
 
Bîlgen çûna Serokomar Erdogan a Amedê bibîr xist û ev pirs kir: “Em meraq dikin, yê li Mêrsînê îşareta gur kir, dê gotinek wî ya ji bo kurdan hebe gelo? Gelo dê aligirên wî ku helwesta Erdogan a Kerkûkê destek kirin, dê helwesta wî ya ji bo Efrînê jî destek bikin?” 
 
'DIVÊ RIYA BI JIYANKIRINA BI KURDAN RE BÊ DÎTIN’ 
 
Bîlgen wiha dewam kir: “Heke ku erdnîgarî çarenûs be, divê riya jiyankirina bi kurdan re ya sînorê nêzî 900 kîlomîtroyî bibîne. Divê rêz ji hemû mafê kurdan re bê girtin û aştî bê avakirin. Ev feraseta wan û sendroma ewlehiyê, mîsogeriya Tirkiyeyê jî sabote dike. Ev tablo ewlehiya navxweyî ya Tirkiyeyê û aştiya Rojhilata Navîn eleqedar dike. Berê jî rejîmên zextê polîtîkaya şer teqez hembêz kirine û ji şer ne reviyane. Li Elmanya gelek mînakên bi vê rengî yê Hîtler hene. Pêwîste her kesê alîgiriyên aştiyê û demokrasiyê seknek hestiyar bide nîşandan. Ev pirsgirêk tenê ne pirsgirêka HDP’ê ye. Ev roj ji bo dîroka kurdan bi wate ye. Ji bo komkujiyên Qamişlo û Helebçe neyên dubarekirin û birînên nû venebin, çi dikeve ser milê kî bike.” 
 
‘HEWLDANÊN ME HENE’ 
 
Bîlgen bersiv da pirsa têkildarî tifaqa hilbijatinê û wiha got: “Elbet li Tirkiyeyê bi awayekî rojeva hilbijartin û ewlehiya hilbijartinê heye. Li Meclîsê hefteyek berê li ser mijarê Efrînê wekîlek me rastî êrîşa wekîlên AKP’ê hat. Milê wî şikandin. Rapora 45 rojan sitend. Wekîla me Huda Kaya dema diaxivî, serokatiya meclîsê mîkrofona wê girt û axaftina wî birî. Ev rêbaz li dijî demokrasî û hurmetê ye. Ji bo qanûna tifaqa hilbijartinê em berteka xwe datînin û em ê li nêvengek çawa bisekinin dizanin. Guhertina rêveberiya hilbijartinê wek firsetê ye. Divê Tirkiye têkildarî hilbijartinê nîqaşek din bike. Em ê di hilbijartinê de di nav lêgerîna afirandina hêviyan de bin. Ji bo her kes ji bin vê tarîtiyê derbikeve dibe ku rêbazên me yên lêgerînê hebin. Em ê ji bo ewlehiya hilbijartinê hewldanek têr û tije birêve bibin. Di mijara stratejiya hilbijartinê de komîsyonek me ya jêrîn pêk hat.”