‘Ji bo komkujî pêk neyê divê şerê li Efrînê bi dawî bibe’

img

MÊRSÎN -EDENE - Nûnerên saziyên civakên sivîl, partiyên siyasî û welatiyan bertek nîşanî êrîşên 52 roj ên li ser Efrînê dan û gotin: “Ji bo ku komkujî pêk neyên, divê êrîşên li ser Efrînê demildest bi dawî bibin.”

Êrîşên Tirkiye û hêzên hevkarên wê OSO yên li ser Efrînê, ligel biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) a mehekê ji bo tevahiya Sûriyeyê di rêja 52’yan de jî, berdewan dike. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û welatiyên bertek nîşan êrîşên li ser Efrînê dan. Welatiyan, diyar kirin ku êrîşên TSK û OSO nêzî navenda Efrînê bûne û gotin: “Ji bo ku komkujiyên sivîlan pêk neyên, divê demildest şerê li Efrîn bi dawî bibe.”
 
‘DIBE KU SIBE DERENG BE’
 
Hevserokê HDP’ê yê Edeneyê Mehmet Mahsunerîg, diyar kir ku tu qezencên êrîşên li ser Efrînê ji bo gelên Tirkiyeyê tuneye û wiha axivî: “Ji sala 2011’an û vir ve li Efrînê tu pevçûn rû nedane. Êrîş li ser Efrînê, êrîşa li ser gelên li wir ên dinava yekitiyê de dijîne. Operasyona Efrînê ji bilî zilmê dê tu tiştî ji bo gelan neyîne. Erka me ew ku em mirovan bidin jiyîn. Ji ber vê çi ji destên me tê divê em bikin. Nexwe dê sibe pir dereng be. Em baş dizanin gelên mezlûm herî dawî dê qezenc bikin û şer winda bike.”
 
Endamê Meclîsa DBP’Ê Erol Emîrhan jî, anî ziman ku Tirkiye biryara BMGK’ê pêk nayîne û wiha got: “Bêdengiya li dijî şer, şer erêkirin. Tirkiye bi çeteyan êrîşî gelên Efrînê dikin. Tirkiye bi êrîşên xwe pergala li herêmê hatiye avakirin hedef digire.”
 
‘LI SER DIJMINANTIYA KURDAN LI HEV DIKIN’
 
Endamê Kollektîfa Xwendekarên Mêrsînê Kemal Kagansidik jî, da zanîn ku polîtîkayên şer ên li ser Efrînê ne tenê li dijî Rojhilata Navîne, di heman demê de li dijî Serokomar Tayîp Erdogane jî û wiha axivî: “Erdogan di qadên teng bû. Ji bo xwe ji vê yekê xelas bike serî li polîtîkayên şer dide. Bi taybetî li ser dijminantiya kurdan li hev dikin. Hewl dide bibe serokê navenda rastgiran. Ji ber vê li Mêrsînê nîşaneya bozkurt  nîşan da. Lê hesabê ku dike, wisan naçe. Yanî nabe nûnerê navda rastgiran. Çi dike di destên wî de diteqe.”
 
‘DÊ ERDOGAN WIDNA BIKE YEKITÎ BERDEWAM BIKE’
 
Kagansidik, destnîşan kir ku  şerê li Efrînê sînorê Tirkiyeyê tehdît dike û wiha bi  dawî kir: “Dibêjin ‘emê wê derê ji terorê paqij bikin û dûre teslîmî Sûriyeyê bikin.’ Terorîstên herî mezin niha bi wan re tevdigerin. Ev demek dirêje AKP bi OSO’yan re tevdigre. Ev çeteyên li Rojhilata Navîn ser jêkirin, zarok û jin kuştine. Dibe ku heya navenda Efrînê jî herin, lê gelê Efrîn dê qezenc bike.  Dê polîtîkayên şer li wan vagere, gelên Rojhilat Navîn û Tirkiyeyê dinava yekitiyê de bi hev re bijîn.”
 
‘AKP Û MHP JI BER ŞER LI HEV KIRIN’
 
Serokê nûnerê Mala Gel a Mêrsîê Abdullah Kaganpîket jî, baş kişand ser êrîşên li dijî Efrînê û wiha  axivî: “AKP û MHP’ê ji ber şer li hev kirin. Ger êrîş ne rawestin dê komkujî pêk were. Divê demildest şer bi dawî bibe. Li hemberî hêrs û nefreta gel şer derxistin holê. Ji bo mirovên sivîl, jiyana xwe ji dest nedin divê şer bi dawî bibe.”
 
‘DIVÊ EV ŞERÊ QIRÊZ DEMIL DEST BI DAWÎ BIBE’
 
Rêveberê nûnerê Mala Gel a Mêrsînê Aycan Ozkan jî, diyar kir ku di demên dawî de hevgirtin hene û wiha  bilêv kir: “Ev hevgirtin, hevgirtinek qirêje. Desthilatdarî ji bo li ser krîza li welat, cînayetên jinan, xizantî û kuştinên navxweyî bigire, serê li rêbazên şer dide. Êrîşên li ser Efrînê ev derxist holê. Armanc dike ku desthilatdariya xwe biparêze. Divê ev şerê qirêj bi dawî bibe.”
 
‘ŞERÊ ERDOGANE NE YÊ TIRKIYEYÊ YE' 
 
Welatiyê binavê Îsmaîl Altu jî wiha got: “Bi tundî êrîşên li ser Efrîn şermezar dikim. Ev şerê êrîşên li ser gelane. Ev şer şerê Erdogane, ne  şerê Tirkiyeyê ye.  Divê hemû kes helwesta xwe ya li dijî vî şerî diyar bike. Hemû gelên Rojhilata Navîn xwişk û birane. Bi çekên giran êrîş gel dikin. Ev nayê qebûl kirin. Divê neyê ji bir kirin ku dê gelê kurd qezec bike. Kurd tu carî tişta bi wan hatî kirin ji bîr nakin. Ez dixwazim demildest ev şer bi dawî bibe.”