Dîmenê qetilkirina cotkar ji Serokwezîr Yildirim pirsî

img
ENQERE – HDP’ê dîmenê cotkarê li Efrînê ji aliyê komên OSO’yê ve hat qetilkirin û li ser medya civakî hat parvekirin, bir rojeva Meclîsê. 
 
Komeên OSO’yê yên girêdayî Tirkiyeyê, li Efrînê welatiyek cotkar li ber traktora wî gulebaran kiribûn û ew qetilkir kiribûn. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî dîmênê vî welatî û kuştinên sivîl bir rojeva Meclîsê. Geverî, der barê dîmenê cotkar de de pêşniyazpirs da Serokatiya Meclîsê û xwest Serokwezîr Binalî Yildirim bi bersivîne. 
 
Geverî di pêşnyizpirsê de ev tişt got: “NY, gelek sazî û dezgehên navnetewî bi hev re, metirsiyên xwe yên der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê, ji Nûnerê Sûriyê yê Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Fran Equiza re anîn ziman. Gotin herî kêm li Efrînê 11 zarok jiyana xwe ji dest dane. Equiza berteka xwe wiha anî ziman: ‘Gelo cîhan li dijî kuştina zarokan bêdeng dimîne? Me qet bawer nedikir em vê pirsê bikin.’ Nûnerê UNICEF’ê diyar kir kul i Efrînê gelê sivîl bi boneya xwe ji bombebaranê biparêze xwe li warên din ên kantonê bicih kirin û helalê hazir li herêmên din 125 hezar penaber xwe li kampan girtin.” 
 
Geverî di pêşnazpirsa xwe de balê kişand ser rapora Mala Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku gotibû ji roja deswerdana li dijî Efrînê dest pê kiriye heta niha 70 sivîlan jiyana xwe ji dest daye. Geverî di pêşniyazpirsa xwe de gelek hûrgiliyên dîmenê qetilkirina cotkar ji Serokwezîr Yildirim pirsî û xwest demil dest bersiv bê dayîn.