Serokê PAK'ê Ozçelik: Hemû destkeftiyên kurdan dikin hedef

img

AMED - Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik, der barê binçavkirin, girtin û êrîşên li ser nirxên kurdan civîna çapemeniyê li dar xis û got: "Îro armanc dikin ku hemû destkeftiyên kurdan ji destê wan bigirin. Destkeftiyên kurdan dikin hedef." 

Rêxistina Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), piştî Endamê Meclîsa partiya wan Mehmet Ermiş li Îzmirê bi hinceta parvekirina medya civakî hat binçavkirin û gritin, li avahiya PAK'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Serokê Giştî yê PAK'ê Mustafa Ozçelik, diyar kir ku politîkayên Tirkiye yên perçekirin û hilandinê didomin û wiha got: "Hemû kesên der barê mafên kurdan de fikrên xwe tinin ziman ango daxwazên xwe tînin ziman dibin hedef. Yên di çarçoveya azadiya ramanêde fikrên xwetînin ziman dibin hedef. Bi taybetî di serdema OHAL û êrişên li ser Efrînê de, li dijî rewşenbir, niviskar, akademîsyen,  hunermend, rojnameger û siyasetmedaran operasyona binçavkirin û girtinê daye destpêkirin. Di dîroka komara Tirkiye de tu carî polîtîkayên perçekirin, desteserkirin û zextan pirsgirêk çareser nekirine. Divê Tirkiye ji serdemên berê dersan derxe û li gorî wê polîtîkayan pêş bixe. Ev êrîş li dijî destkeftiyên kurdan in. Dixwazin rê li pêş siyaseta demokratîk û sivîl bigirin."
 
Ozçelik, anî ziman ku binçavkirin, girtin û zextên li ser muxalifan pirsgirêkê bêtir kûr dike û rê li pêş çareseriyê digire. Ozçelîk, xwest endamê wan Mehmet Ermiş û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan û dawî li OHAL û şer bê.