Bîlgen: Tirkiye dê bi ‘sucdariya şer' bê nasîn

img

ENQERE – Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, têkildarî operasyona li dijî Efrînê diyar kir ku ev dibe sedema ku têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriye zerarek mezin bibîne û wiha got: "Ev yek dê qutbûna navbera kurd û tirkan kûr bike. Tirkiye dê di qada navneteweyî de bi sûcdariya şer bê nasîn." 

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen, der barê geşedanên di rojevê de nirxandinên girîng kirin. Bilgen, ewil li ser îtîfaqa AKP û MHP’ê ya hilbijartinê rawestiya û wiha got: “Pergala ku wekî Îtîfaqa Hilbijartinê pênase dikin, pergala hilbijartinê seno bino dike. Baweriya li hemberî hilbijartinê namîne. Ev hewldan mekanîzmaya guhertina îktîdarbûnê ye. Dixwazin rê li pêş hesabpirsîna civakê bigirin. Hilbijartin pergala hesabpirsina civakê ya ji îktîdarê ye. Ger ku qayil nebe divê karibe îktidarê daxe û li şûna wê yek din hilbijêre."  Di hilbijartinên berê de jî "Hilbijartina bi ço" pêk hatin. Mînakêk ku vekirî dengê xwe avêtin sindoqê û veşartî deng ji martin hene. Li hin welatan jî mînak hene. Ev mînak 50 salin heman îktîdar nayê guhertin. Piştre dewî zarokên xwe dikin." 
 
Bîlgen, bal kişand ser daxistina hilberîna pincarê şekir jî û wihagot: “Tirkiye heta demek berê îxracad dikir. Lê êdî îtalat dike. Berê şekir difirot derve, lê niha şekir dikirie. Li bajarên ku welatiyan hilberîna şekir dikir li ser wan ferz kirin ku garis biçînin. Tirkiye di vî milî de ji bo kê tehaud dike. Ger ku vîna karker û gundiyan esas neyêgirtin, kijan îrade febrîqeyan ferz dike." 
 
ÎSTÎSMARA ZAROKAN BI ZÎNAYÊ BINCILKIRIN ALOZÎKIRIN E
 
Bilgen, bal kişand ser îtismara zarokan jî û wiha got: “Hewl didin ku îstîsmara li ser zarokan bi zînayê bincil bikin û veşêrin. Dixwazin vê yekê rewa bidin nîşan. Agahiyan şolî dikin û li gorî tevliheviya agahiyan hiqûqek nû pêş dixin. Her tiştî aloz dikin û wateya peyvan diguherinin. Îstîsmara zarokan rizîbûn e. Bi rêbaza pergala ceza ev yek nayê çareserkirin. Li welatên ku ceza di asta jor de zêde ne, îstîsmar jî zêde ne. Pirsgirêk li şûna ceza bi perwerdehiyê tê çareserkirin. Bi hişmeniya medyaya rast rê li pêş tê girtin." 
 
ZEXT NIKARIN RÊ LI PÊŞ ME BIGIRIN
 
Bîlgen, bal kişand ser binçavkirin û girtina endam û rêveberên HDP'ê û muxalifan û wiha lê zêde kir: "Ev zext dê tu car nikaribin rastiya civake asteng bikin. Li Tirkiye her girtin û binçavkirin reşkirina demokrasiyê ye. Çi dibe bila bibe em dê her dem gotina xwe bêjin." 
 
‘EFRÎN DÊ QETANDINÊ KÛR BIKE'
 
Bîlgen, herî dawî operasyona li dijî Efrînê jî rexne kir û anî ziman ku operasyon berdewam bike dê tor û girêdana di navbera kurd û tirkan de qut bike û wiha got: "Operasyona li dijî Efrînê dibe sedema ku têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriye zerarek mezin bibîne. Ev yek dê qutbûna navbera kurd û tirkan kûr bike. Tirkiye dê di qada navneteweyî de bi sûcdariya şer bê nasîn. Polîtîkayên Tirkiye yên li dijî Sûriye 6 salin şaş in. Xeta sor 20 qat derbas kir. Pirsgirêk mezin dibe. Hemû îdîayên der barê Şamê de şaş derketin. Ev zerorê dide gelê kurd û hemû gelên herêmê."