Bîlgen: HDP dê meşa xwe bi leztir bike

img

ENQERE – Berdevkê HDP’ê tifaqa AKP’ê û MHP’ê ya hilbijartinê nirxand û got: “Ev rêbaz dê rewabûna hilbijartinê ji holê rake. Lê dê HDP jî meşa xwe bi leztir bike.” 

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamenterê Qersê Ayha Bîlgen tifaqa hilbijartinê ya AKP’ê û MHP’ê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. Bîlgen ji bo pêşnûmeyê got: “Ji îro ve dixwazin xetên fayê û nexşerêya hilbijartina serokomariyê diyar bikin. Ev tarzek siyasetek operasyonol e.” 
 
‘POZÎSYONA AKP’Ê Û MHP’Ê BÛYE WEK HEV’ 
 
Bîlgen da zanîn ku ev helwestek ji ratiya sosyolojîk û pêvajoya Tirkiye têde derbas dibe dûr e û wiha got: “Navê vê endezyariya civakî ye. Partiyek bi kî re tifaqê bike divê ew bi xwe biryar bide. Her du partî ji niha ve ketine nava geremolê. Jixwe AKP û MHP hatin pozîsyonek wek hev. Ji ber vê yekê dikarin bi formulên şirketa zewacê biaxivin.” 
 
‘DIXWAZIN PERGALA DU PARTÎ AVA BIKIN’ 
 
Bîlgen bertek nîşanî gotinên “CHP û HDP tifaqê pêk bînin dê bêtir ehlaqî bibe” yên Berdevkê Hikumetê Bekîr Bozdag da û ev tişt got: “Bila ew li ser navê ne axivin. Cihê em lê bisekinin em dizanin. Bila ji bo nekevin nav hewldanên fermandayînê û plansaziyan. Em dizanin em ê bi kî re di kîjan xetê de hevdîtin bikin. Di HDP’ê de referans demokrasî û aştî ye. Ji ber vê yekê em dikarin bi her cûre yên pêvajoya demokratîkbûyînê temîn bike û aştiya civakî ava bike bikevin têkiliyê. Em xwe ji vê nadin paş. Em ê tu demê li gel yên bêdil û herî kêm xerab tercîh nekin. Îro li Tirkiyeyê OHAL tune tê hesibandin. Em ê li gel tu helwesta ku di rewşek awarte de neçe hilbijartinê cih negirin. Em nikarin vê li gorî şexsan amade bikin. Em li gorî hinekean û bi hevokên provokatîf xeta xwe diyar bikin. Her kes tercîha xwe pêk tîne. Dixwazin Tirkiyeyê ber bi du alîbûnê ve bibin. Dixwazin du bendiyê bixin nav civakê û dixwazin pergala du partî ava bikin.” 
 
‘DIXWAZIN REWABÛNA HILBIJARTINÊ JI HOLÊ RAKIN’ 
 
Bîlgen destnîşan kir ku sererastkirin ji bo ewlehiya hilbijartinê gelek rîskên micid bixwe re tîne û wiha axivî: “Ev yek rê li ber hedef girtin hilbijêrên HDP’ê vedike. Yên HDP’ê nikarin di sindoq û kolanan de biqedînin, dixwazin bi riya operasyonên daraz û sererastkirinê qanûna hilbijartinê xelas bikin. Em di encama şert û mercên herî zor de li vir li ser piya ne. Girtinên nû û daxistina wekîlên nû… Dikarin her cûre operasyonê pêk bînin. Dikarin hemû qanûnan li gorî xwe saz bikin. Lê îhtîmala dê ev lîstîk têk biçe heye. Dixwazin rewabûna hilbijartinê bi tevahî ji holê rakin. Hêviya xwe bi nêzîkatiya sindoq û bi yekkirina sindoqan re girê dane. Lê ku zext li ser van mijaran bikin, dê eleqeya gel ji bo HDP’ê zêde bibe. Belkî sindoqên du gundan wiha birêve bibin. Jixwe vê yekê dikin. Di 16’ê nîsanê de kirin. Lê van zextên wan dibe ku hilbijêrên heta niha deng nedane HDP’ê, êdî ew jî deng didin HDP’ê. Ji ber vê yekê ev rêbaz dê rewabûna hilbijartinê ji holê rake. Lê dê HDP meşa xwe bi leztir bike.” 
 
‘DIXWAZIN HILBIJÊRÊN KURD BÊBANDOR BIKIN’ 
 
Bîlgen anî ziman ku tifaqa AKP’ê û MHP’ê dixwaze di hilbijartinê de bandorê li ser hilbijêrên kurd bikin û rola ji bo hilbijêrên kurd û bijarteyên wan bi temamî bêbandor bike. Bîlgen got ku hilbijêrên kurd polîtîk in û tu kes nikare wan bixapîne. 
 
MA / Hayrî Demîr