Şandeya KCD, DBP û HDP’ê ji bo yekitiya Kurdan li Dihê ye

img

SÊRT - Şandeya KCD, DBP û HDP’ê di çarçoveya xebatên yekitiya neteweya Kurd de çû Sêrtê û esnaf ziyaret kir. 

 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Wekîla Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê, di çarçoveya xebatên yekitiya neteweya Kurd de îro li Sêrtê bûn. Siyasetmedarên Kurd, ji Sêrtê derbasî navçeya Dihê bûn û dikandar ziyaret kirin.   
 
Şandeya ji KCD, DBP û HDP’ê pêk hat, rastî eleqeyek mezin hatin û bi esnafan re, rewşa siyasî, krîza aborî û civakî ya li welat tê jiyîn, sohbet kirin. Welatiyan di van sohbetan de, hêviyên xwe yên têkildarî avakirina yekitiya neteweya Kurd, anîn ziman. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku ewê di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de 3 rojan li Sêrtê bimînin û ji esnafan xwest ku beşdarî vê xebatê wan bibin.
 
Aydenîz, da zanîn ku piştî Amed, Stenbol, Şirnex û Wanê hatin Sêrtê û wiha got: “Dihê ji bo gelê Kurd cihek girînge. Ji ber vê dest pê kê em hatin vê derê. Sibe emê biçin navçeya Misircê û du sibe jî emê li navenda Sêrtê, serdanên xwe dewam bikin. Piştî bernameya xwe ya li Sêrtê emê di navbera 25 û 29’ê Çile de li Êlihê bernameya xwe bi rêve bibin. Ji bo ku bernameya me ya li Êlihê bi girseyî pêk bê, xebatên me dewam dikin. Em hêvî dikin ku wê gel tevlî bernameya me bibe.”
 
Serdana şandeyê pişt re li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê bi dawî bû. Şandeyê dûre, dest bi serdanên malbatan kir.