Olûç: Bicihanîna daxwaza girtiyan ne zehmet e

img

ENQERE – Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, diyar kir ku daxwazên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîdê ketine greva birçîbûnê daxwazin demokratîk û mirovî ne û ev tişt got: “Bicihanîna van daxwazan ne zehmet e.”

 
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, li meclisê civîneke çapameniyê li dar xist û têkildarî mijarên di rojevê de nirxandin. Sarûhan Olûç, di destpêka axaftina xwe de Gerînendeyê Rojnameya Agosê Hrant Dînk ku 14 sal berê hatibû qetilkirin bi bîr anî û bal kişand ser têkoşîna demokrasî û wekheviyê ku ji aliyê Dînk ve hatibû dayîn û zextên li hemberî wî û destnîşan kir ku ji ber vê têkoşîna xwe Dînk hatiye qetilkirin. 
 
‘DESTÛRA BINGEHÎN A 1921’AN HAT REDKIRIN’ 
 
Di berdewamê de OIûç, salvegera qebûlkirina Destûra Bingehîn a Sala 1921’an a Tirkiyeyê bi bîr xist û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “20’ê çileyê 100’emîn salvegera qebûlkirina Destûra Bingehîn a Sala 1921’an a Tirkiyeyê ye. Sed sal beriya niha Destûra Bingehîn li meclisê hatibû qebûlkirin. Destûra Bingehîn a Sala 1921’an sozê demokrasiyê dabû civaka Tirkiyeyê, lê mixabin ev soz hat terikandin. Destûra Bingehîn a Sala 1921’an îro di sala xwe ya 100’emîn de lê hemû deman hat redkirin.”
 
ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ
 
Olûç, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û di roja 55’an de didome û wiha got: “Careke din dixwazim bi bîra desthilatê bixim ku berdewamkirina çalakiyên greva birçîbûnê wê encamên ku nayên xwestin bi xwe re bînin. Di dîroka Tirkiyeyê de mînakên vê gelek in. Em careke din ji desthilatê re dibêjin ku daxwazin kesên di greva birçîbûnê de daxwazin demokratîk û mirovî ne. Dixwazin binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û şertên tecrîdê yên li Girtîgeha Îmraliyê bên rakirin. Her du daxwaz jî daxwazin mafdar û demokratîk in. Ne zehmete ku ev daxwaz bên bicihanîn.” 
 
ANGAŞTA AVAKIRINA PARTIYÊ YA BîLGEN
 
Olûç, pirsa têkildarî angaşta ku wê Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgeh partiyeke nû ava bike jî bersivand û têkildarî mijarê ev nirxand kir: “Salên dûr û dirêj in ez û Ayhan Bîlgeh hev nas dikin û bi hev re siyaset dikin û têdikoşin. Wisa bawer dikim ku di demên pêş de em ê bi hev re têbikoşin. HDP her roj bi zextên cuda re rû bi rû dimîne. Ayhan Bîlgen jî vê dizane. Ji ber ku HDP’ê de siyaset kiriye, hatiye girtin. Ev şerma desthilatê ye. Rexneyên wî wê hêz bide me û me mezin bike. Her rexne ji bo me nîqaşeke demokratîk e. Her xwe rexnekirin jî ji bo me bi nirx e.”