56 wekîlên HDP'ê, pirsa çima biryara DMME'yê nehat bicihanîn pirsîn

img
ENQERE - Parlamenterên HDP'ê, derbarê biryara DMME'ya ji bo Selahattîn Demîrtaş hatibû de pêşniyazname dan Meclîsê û pirsa, "Komara Tirkiyeyê, ma ne mecbûre biryara DMME'yê bi cih bîne" pirsîn.
 
56 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), biryara Daîreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş ku 4 salin li Girtîgeha Edîrneyê girtiye de dabû, bi pêşniyaznameyan birin rojeva Meclîsê.
 
Parlamenteran xwestin ku Cigirê Serokkomariyê Fûat Oktay, Wezîrê Dadê Abdûlhamît Gul û Wezîrê Karên Derve Mevlut ÇAvûşoglû, pirsa di pêşniyaznameyên dan de, bi bersivin û bal kişandin ser biryara DMME'yê.
 
YEK PIRS 
 
Parlamenteran di pêşniyaznameyên xwe de tenê yek pirsa "Komara Tirkiyeyê, ma ne mecbûre biryara DMME'yê bi cih bîne," pirsîn.