Baş: Hrant remza jiyana hevpar e

img
ENQERE – Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, anî ziman ku Hrant remza jiyana hevpar, xwişk û biratiyê ye û wiha got: “Eger em dixwazin Hrant bidin jiyandin, divê em vî kumê spî yê li serê vî welatî hatiye gerandine derxin û bavêjin." 
 
Serokê Giştî yê  Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Parlamenterê Stenbolê Erkan Baş, li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Baş têkildarî geşedanên di nava hefteyê de nirxandin kirin. Baş ewil Rojnameger Hrant Dink ê 14 sal berê hat kuştin bibîr anî û wiha got: "Dink di encama êrîşek bi plan de hat kuştin. Hrant Dink, rojnamegerekî pir bi qîmet bû. Rojnamegerekî ermenî yê li ser vê axê mezin bûbû. Rewşenbir bû. Remza jiyana hevpar, xwişk û biratiyê bû. Remza jiyana hevpar bû. Ew remza hezkirin, êş, jiyana hevpar bû. Remza hevî û remza înadê bû." 
 
Baş gotina hevjîna Hrant Rakel Dink a “Tariya ku ji zarokekî qatilan ava dike" bibîr xist û wiha got: “Me Hrant winda kir. Xwezî me ew dîsa paşve anibûya. Lê ev yek ne pêkan e. Lê li ser me hemûyan erkek heye. Îro em xwedî erkin ku vî ewrê tarî yê qatilan ava dike ji ser vî welatî belav bikin. Wê demê emê vê tariyê belav bikin. Wê demê emê bipirsin, çima di pêvajoya lêpirsînê de dest nedan MÎT'ê. Wê demê hêj hêzên serdest ku dixwazin vê tariyê belavbikin heye. Em xwedî erk in ku vî kûmê spî yê xistine serê vî welatî derxin û bavêjin. Divê em bibîr bixin ku ev kesên kum dixin serê vî welatî îktîdar e. Îqtîdar pişytgiriyê didin wan. 
 
DI BIN RÛPOŞ DE ERDOGAN, BAHÇELÎ Û SOYLÛ HEYE
 
Erkan Baş, li ser erîş û tundiya li dijî Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Selçuk Ozdag û rojnamegeran jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Beriya êrîşan rêveberên MHP'ê rojnameger û siyasetmedar kirin hedef. Ev êrîş hêj didomin. Serokomar û Serokê AKP'ê Erdogan her roj, muxalif, rojnameger û siyasetmedaran dike hedef. Wezîre Karên Hundir Suleyman Soylu her roj gefan li gel dixwe. Em aşkere bang li îqtîdarê dikin. Faîlên van êrîşan kîne. 
Hûn dizanin bi ser malên xwendektaran de bigirin û deriyê wan bişkînin, lê hûn nikarin van qatilan bibînin. Em carek din dibêjin di bin vê rûpoşê de îqtîdara vî welatî heye. Di bin rûpoşê de Recep Tayyip Erdogan, Bahçelî û Suleyman Soylu heye."