Sancar: Tişta li PÎA'yê tê kirin li dijî Destura Bingehîn e

img

ENQERE – Rêveberên PÎA'yê Navenda Giştî ya HDP'ê ziyaret kir. Di ziyaretê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar diyar kir ku nêzîkatiya li dijî PÎA'yê li dijî Destûra Bingehîn û Zagona Partiyên siyasî ye. Sancar, anî ziman ku rayedar sûç dikin. 

 
Partiya Însan û Azadî (PÎA) 2 salin dixwazin bi awayekî fermî ava bibin û dest bi  xebatê bikin. Lê daxwaznameya partiya wan nayê qebûlkirin. Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç, Cîgira Seroka Giştî Menuce Gulmel, Ahmet Kaya, Sazumankarê Partîyê Tahirxan Bozdemir, Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ziyaret kirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Tuncer Baksrhan û Alîcan Onlu heyeta PÎA'yê pêşwazî kirin. 
 
Di ziyaretê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, anî ziman ku tiştên li PÎA tên kirin li dijî Destûra Bingehîn û qanûna Partiyên siyasî ye û wiha got: "Rayedar bi vê yekê sûc dikin. Wezareta Karên Hundir dibe ku ji bo ewraqên kêm serlêdanê red bike. Lê têkildarî bernameya partiyê, reyedar AYM ye. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind mecbûr e we agahdar bike. Ji ber vê yekê heta niha hemû kiryarên der barê partiya we de tên kirin sûc in. Niha her tiştên tên kirin li dijî Destûra Bingehîn û zagona Partiyên Siyasî ye. Yên vê yekê dikin sûc dikin. Piştî 2018’an 32 partî hatin avakirin. Tenê di 2020’an de 27 partî hatin avakirin. Astengkirina avakirina PÎA bi temami keyfî ye."
 
KAMAÇ: ME VEKÎKAYA MEDÎNÊ LI BERNAMEYÊ ZÊDE KIR
 
Serokê Giştî yê PÎA Mehmet Kamaç jî spasiyên xwe ji bo rêveberên HDP’ê anî ziman û wiha got: "Partiyên ji bin baneyê AKP'ê derketine hene. Armanca van partiyan li dora kesên oldar ên muxalifên Kurdistanê kom bibin. Dixwazin pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêkek bîrdozî nîşan bidin. Partiya Pêşerojê û DEVA  dijberî AKP'ê bêtir piştgiriyê ji Kurdistanê distînin. PÎA li Kurdistanê ji bo vê valahiyê tijî bike hatiye avakirin. Partiya me Vesikaya Medîne li bernameya xwe bar kiriye. Ev yek partiyên din dixin nava fikaran. Ev mafê me yê zagonî ye. Em ê ji bo vî mafê xwe têbikoşin. Em girîngiyê didin dîplomasiyê. Me hin partî ziyaret kirin. Ev ne tenê pirsgirêka PÎA ye. Me rêxistinên sivîl û civakî jî ziyaret kir."