Ozsoy: DYA dê li Başur, Bakur û Rojava polîtîkayek cuda pêş bixe

img

ENQERE - Berdevkê Komîsyona  Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, têkildarî polîtîkayên Serokê nû yê DYA'yê Jeo Biden ku dest bi kar bike, diyar kir ku dê polîtîkayên DYA ji bo Rojava, Başûr û Bakur cuda bin û wiha got: "DYA dê li Rojava û Başûr têkiliyên xwe xurt bike, dê li Bakur jî piştgiriyê bide polîtîkayên Tirkiyeyê yên mîlîtarist."

 
Serokê Dewletên Yekbûyî yê Emerîqayê (DYA) yê nû Joe Bîden ku di 3'ê Mijdara 2020'an de hilbijartin qezenç kir, dê di 20'ê Çile de bi awayekî fermî dest bi kar bike. Piştî Serokê berê Trump li DYA kaos ava kir û siyasetek tev li hev pêş xist, niha tê meraqkirin ku dê li DYA siyaetek çawa pêş bikeve. Polîtîkayên DYA ku pêş bixe dê bandorê li ser welatên Rojhilmata Navîn jî bike. Piştî Serokdewletê nû Biden bê ser kar, polîtikaya DYA ya li ser mijara fuzeyên S-400, NATO, Yekîtiya Ewropa (YA) û polîtikaya têkildarî Tirkiye û Kurdan tê meraqkirin. Têkildarî polîtikayên DYA yên nû, Hevberdevkê Komîsyona  Têkiliyên Derve yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Hişyar Ozsoy, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Ozsoy, anî ziman ku tê payîn çawa Biden bê ser kar dê statukoya DYA ku di serdema  Trump de zerar dîtiye ji nûve rast bike û piştre jî dê giraniyê bide ser polîtîkayên DYA'yê û wiha got: "Bi taybetî Biden dê kesên wekî McGurk, Amanda Sloat ên di serdema Trump de ji kar hatin avêtin bide xebitandin û hevsengiyek nû ava bike. Bîden dê li dijî Trump ku li dervê karê NATO û serokên YE'ê tev digeriya gavan bavêje. Dê Biden bêtir nêzî Ewropa bibe. Biden hem dê di aliyê aborî de û hem jî dê di aliyê ewlehiyê de bêtir têkiliyên DYA û YE'yê nêzîkî hev bike. Piştî YE, DYA û NATO di têkiliyan de nêzî hev bibin, dê Erdogan êdî nikaribe wekî berê DYA li dijî YE'yê bikar bîne. Nakokiyên di nava DYA, YE û NATO de dê kêm bibin. Ji ber vê yekê dê siyaseta Erdogan a li dijî wan jî bi dawî bibe."
 
Ozsoy, da zanîn ku ji ber Erdogan vê yekê dibîne, ji bo bi ekîba Biden re kar bike, pereyan dide lobiyan û wiha axivî: "Li aliyê din jin ji ber pêşeroja Tirkiyeyê di YE'ê de dibîne, vê carê qala reformê dike. Eger Tirkiye di mijara S-400 û Rojhilatê Derya Spî de gavan paşve navêje, dê bi danekirinên mezin re rû bi rû bimîne. Ger ku gavan navêje, dê zerarek mezin bibîne û bi DYA û YE'ê re têkeve nava rageşiyek mezin. Mijara S-400 ji bo DYA pir girîng e. Ger ku Tirkiye gavan paşve navê dê qeyrana di nava DYA û Tirkiye de kûr bibe. " 
 
Ozsoy, li ser nêzîkatiya DYA ya li hemberî Kurdan a piştî hatina Bîden jî nirxand û wiha lê zêde kir: "Cemaweriya Kurd hatina Biden pir mezin dike. Bîden 40-45 salin li DYA serdest e. Wekî ku Trump çû û Biden hat dê gelek tişt bên guhertin tê şirovekirin. Lê pirt tişt nayên guhertin. Bîden 40-45 salin di siyaseta DYA de bi bandor e. 
 
DÊ LI DIJÎ PERÇEYÊN KURDAN  SIYESATA CUDA PÊŞ BIXE
 
Ozsoy, têkildarî polîtîkayên Jeo Biden ên li dijî Kurdan jî nirxandin kir. Ozsoy, diyar kir ku dê polîtîkayên DYA ji bo Rojava, Başûr û Bakur cuda bin û wiha got: "DYA dê li Rojava û Başûr têkiliyên xwe xurt bike, dê li Bakur jî piştgiriyê bide polîtîkayên Tirkiyeyê yên mîlîtarist. Dê têkiliyên Bîden li gorî Trump li Başurê Kurdistanê hinek baştir be. Eger li Başurê Kurdistanê Referanduna Serxwebûna Kurdistanê pêk bê, ez bawer nakim nêzîkatiya Bîden ji ya Trump cudatir be. Xuya ye ku dê di nava 4 salan de têkiliyên bi Başûr û Rojavayê Kurdistanê re zêdetir bike. Lê dê li Bakurê Kurdistanê polîtîkayên 40 salan bidomîne. 
 
MA / Selman Guzelyuz