Li Meclîsê daxuyaniya greva birçîbûnê: Tecrîd sûcê îşkenceyê ye

img

ENQERE - Parlamentera HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûn a li girtîgehan 50 rojin li dijî tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê dewam dike û got: “Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku bibin dengê girtiyan.”

 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêdebûne ku di roja 50’emîn de, dewam dike de li Meclîsê civîna çapemeniyê lidar xistin. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku sedema bingehîn a greva birçîbûnê tecrîda li ser Ocalan û hemû girtiyan dewam dikeye û wiha axivî: “Divê tecrîd û bêhiqûqên li girtîhan dewam dikin bi dawî bibin. Bi hezaran girtiyên siyasî îro 50 rojin li dijî bêhiqûqî, tecrîd, îşkece, binpêkirinên mafên mirovan, nêzîkatiyên keyfî û cezayên disîplînê di greva birçîbûnê de ne. Girtî dixwazin sûcên tecrîd û îşkenceyê bi dawî bibin. Girtî desthilatdariyê vedixwinin hiqûq, demokrasî û mafê mirovan. Ev hemû daxwazên girtiyan meşrû, hiqûqî û demokratîkin.”
 
‘DI TU PERGALA HIQÛQÎ DE TUNEYE’
 
Koçyîgît, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên Rapora Îmraliyê ya Sala 2020’an a Baroya Hiqûqê  ya Asrînê û wiha got: “Li Girtîgeha Îmraliyê, hemû mafên Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li giravê dimînin ji holê hatine rakirin. Tecrîteke daîmî li Îmraliyê heye. Pergala Îmraliyê di tu pergala hiqûqî de tuneye. Tecrîd îşkenceya herî girane. Ev tecrîda li ser Ocalan bi pergalî bûye. Bi vê yekê li dijî mirovahiyê sûc tê kirin. Em baş dizanîn ku desthilatdarî dixwaze xwe bi şer, dizî, talan û dagirkeriyê rêveberiya xwe bike meriyetê.”
 
‘ÎTÎRAZEK POLÎTÎKE’
 
Koçyîgît, da zanîn ku tecrîd êdî sinorê Îmraliyê jî derbas kiriye û ev peyam da: “Bi tecrîdê re pirsgirêkên giran jî pêş ketin. Sekna me ya li dijî tecrîdê, aştî, çareserî û daxwaza muzakereyê ye. Em ê her tim di vê politikaya xwe de bi israr bin. Girtî ji aliyekê ve li dijî tecrîdê derdikevin û li aliyê din jî mafên xwe diparêzin. Divê tecrîd rabe û mafên girtiyan bên dayîn.”
 
BINPÊKIRINÊN LI GIRTÎGEHAN
 
Koçyîgît, bal kişand ser zextên li ser girtiyan û wiha got: "Di raporan de hatiye belgekirin ku girtiyên nexweş nikarin bi serê xwe bijîn. Mirina wan a li girtîgehan çav jêre tê girtin. Bi dehan gritî terkî mirinê hatine kirin û wekî kêmasî nayê dîtin. Girtiyên siyasî di pêvajoya pendamiyê de ji derfetên paqijiyê mahrûm tên hiştin. Îqtîdar bi lêgerînên tazî rûmeta girtiyan dişkîne, Ji binçavkirinê heta girtinê vê pêkanînê belav dikin. Girtî li girtîgehê bi kamerayan têne şopandin. Dîsa cezayên hucreyê û dîsîplînê li wan dibirin. 
 
Dîsa "Lijneya Hal ê Baş" li gel girtiyên cezayê wan xelas bûye jî bi awayekî keyfî dîsa ceza li wan dibirin û wan di di girtîgehê de dihêlin. Li ser girtiyên siyasî ‘poşmanî' û ‘sîxuriyê' ferz dikin. Kesên li dijî lêgerîna tazî û pêkanînên dermiroavî li ber xwe didin wan dîsa ceza dikin. Di lijneyê de erkdarê baro û parêzerên bersûcan cih nagirin. Dikarin 2 caran rapor amade bikin û her carê 6 mehan girtina girtiyan dirêj bikin. 
 
DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN ME NE
 
Koçyîgit bal kişand ser daxwazên girtiyan û destnîşan kir ku daxwazên girtiyên di çalakiyê de daxwazên wan in û wiha got: "Daxwazên girtî tînin ziman di heman demê de daxwazên me ne. Em dibêjin daxwazên wan daxwazên me ne."