Beştaş ‘Doza Kobanê’ nirxand: Ne HDP divê AKP were darizandin

img

ENQERE – Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku îdianameya Kobanê ne metnek hiqûqî ye, argûmana tasfiyekirina kurdan a ji siyasetê ye û got: “Ya ku were darizandin ne HDP ye, AKP û sepanên xwe ne.” 

Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de derbarê 108 siyasetmedaran de bi îdiaya “Bûyerên Kobanê” îdianameyek dirêj a Kobanê hat amadekirin. Di îdianameyê de derbarê siyasetmedaran de bi hezaran sal cezayê zîndankirinê tê xwestin. Îdianame li dijî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) tAvrupa İnsan Hakları Mahkemesi (AİHM) Büyük Daire tarafından Halkların Demokratik Partisi (HDP) wek pêngevekî tê şîrovekirin. Her wiha bi îdianameyê tê xwestin ku girtina HDP’ê bikeve rojeva MHP’ê û AKP û MHP di di navbera hev de HDP’ê bigirin. 
 
Cîgira Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş îdianameyê ji ajansa me re nirxand.
 
‘NAVEROKA ÎDIANAMEYÊ VIQÛVALA YE’
 
Beştaş anî ziman ku 7 sal in li ser îdianameya Kobanê tê xebitandin û wiha got: “Di encamê de vê îdianameya dirêj amade kirin. Hejmara rûpelên wê zêde ne lê belê dema em di aliyê naverokê de lê dinêrin viqûvala ye. Di naverokê de delîl tune ne. Sûc nehatiye pênasekirin. Tenê di îdianameyê de nûçeyên rojanameyan, agahî û belgeyên kevn hene. Îdianamey ji van hêmanan pêk tê. Metnek ku di warê hiqûqî û îdia têde cih bigirin nîne. Temamî şîrove ye. Heta bêyî ku hewcehî bi şîroveyê bibînin, 750 rûpel navê lîsteya muştekiyan e. Karûbarên divê polîs bikin jî wek dane di îdianameyê de bicih kirine. Her wiha ji 4’an 3’yê îdianameyê nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ne. Yanî axaftin û daxuyaniyên Hevserokên giştî, partî, parlamenter û rêveberan di dosyeyê de bicih kirine. Parastinên Demîrtaş û Yuksekdag ên li dadgehê jî kirine dosyeyê. Dozger gelek zorê kişandiye. Diyar e ku fermanek dane wî û jê re gotine ‘divê ev îdianame bi lez û bez were amadekirin.’ Çi dîtine kirine hundirê îdianameyê û bêyî li hûrguliyan binêrin îdianameyek çêkirine.” 
 
‘ÊN HATIN KUŞTIN EM IN, ÊN TÊN SÛCDARKIRIN JÎ EM IN’ 
 
Beştaş destnîşan kir ku HDP û rêveberên wan bi “kuştinê tên sûcdarkirin” û wiha domand: “Endam, rêveber û welatiyên me hatine kuştin. Lê dîsa jî berpirsiyar HDP tê nîşandan. Di xwepêşandanên Kobanê de tenê li raya giştî Yasîn Boru tenê tê zanîn. Halbûkî bi dehan welatî jiyana xwe ji dest dan û lêpirsînên kuştina van welatiyan nehat birêvebirin. Kujer nehatin darizandin. Ji bo darizandina kujeran me gelek caran pirs kirin, ji bo lêkolîna çalakiyên Kobanê me 9 caran pêşniyaz da Meclîsê lê belê hatin redkirin. Meseleya ku jê re dibêjin doz tenê ew e ku HDP’ê ji siyaetê tasfiye bikin û vê argtûmanê bikar tînin. Lê em jî dibêjin bila raya giştî vê baş dizanibe, tu eleqeya HDP’iyek di wê îdianameyê de bi mirinan re nîne û nabe jî. Eleqe an go girêdanek nebe nikarin têkiliyê me bi kuştinan re girê bidin. Rêveberên KCK’ê ku wek gumanbar di dosyeyê de hatine bicihkirin jî dixwazin pê îdraqê çê bikin.” 
 
‘XWEPÊŞANDAN LI SERANSERÎ DINYAYÊ PÊK HATIN’ 
 
Beştaş anî ziman xwepêşandanên Kobanê xwepêşandanên aştîxwaz bûn û got: “Her wiha xwepêşandanan tenê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêk hatin, ji bo Kobanê ji DAIŞ’ê were parastin li seranaserî dinyayê xwepêşdanên demokratîk pêk ahtin. Di wê demê li welatek çalakî lê nehat lidarxistin nemabû. Di wê serdemê de pêvajoya çareseriyê dihat birêvebirin û ji bo xwepêşandanan jî gelek hevdîtinên partiya me, Wezîrê Karê Navxweyî Efkan Ala, Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûoglû çêbûn. Li gel vê yekê jî em tên sûcdarkirin. Ev bi serê xwe handîkapek e.” 
 
‘NE HDP DIVÊ AKP WERE DARIZANDIN’ 
 
Beştaş destnîşan kir ku îdianame li ser bingehek dij hiqûqî hatiye amadekirin û wiha got: “Îdianameyek ku wek di wê pêvajoyê de AKP, Serokwezîr, Wezîrê Karên Navxweyî tune ye hatiye amadekirin. Partiya me ji bo korîdorek mirovî li Kobanê were vekirin, bangek vekirî dikir. Bi hikumetê re hevdîtinan dikir. Îqtîdar3e daxwaza korîdora mirovî red dikir, ji çûnehat ango derbaskirina sînor a DAIŞ’iyan re çavê xwe digirt û xemsar nêz dibû. Wê demê nûçeyên vê yekê gelek hatin çêkirin. Tevî van hemû geşedanan jî Erdogan li Dîlokê got ‘Kobanê ket wa dikeve.’ Piştî van gotinên Erdogan çalakî derketin asta herî jor û bûyerên tundiyê qewimîn. Yanî piştî van gotinan hêrsa xelkê derket asta jor. Însanên ji aliyê polîs û eskeran ve hatin kuştin di bîra me hemûyan de ye. Tundiya polîsan li ber çavê her kesî ye. Ji ber vê awayî jî ya ku were darizandin ne HDP ye, AKP û sepanên xwe ne. AKP berpirsê birîndarî, talankirina mal û milk û kuştina însanan a wê demê ye. Niha ji ber ku li ser îqtîdarê ne nayên darizandin. Bêyî rastî werin derxistin dozger îdianame amade kiriye. Lê belê ser rastiyan nayê veşartin.” 
 
MA / Bêrîvan Altan