PÎA ya ku damezrandina wê tê astengkirin li Wezareta Navxweyî dest bi nobetê dike

img

ENQERE - Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî Mehmet Kamaç diyar kir ku wan li dijî astengkirina damezrandina fermî ya partiya xwe li avahiya Wezareta Karên Navxweyî dest bi çalakiya nobetê kirine û banga piştevaniyê li muxalefetê kir. 

 
Partiya Însan û Azadî (PÎA) di 3’yê gulana 2018’an de hat avakirin. Ji wê rojê ve bi awayek fermî nayê damezrandin. PÎA ji bo were damezrandin demek dirêj derbas bû. Piştî PÎA’yê 32 partiyên nû hatine damezrandin. Rayedarên PÎA’yê dibêjin 20 car in ew serî li Wezareta Karên Navxweyî didin lê belê “muxatab” nabînin.” 
 
Rayedarên partiyê sê roj in li Wezareta Karên Navxweyî ne lê belê daxwaza wan hêj nehatiye pejirandin. Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç û Cîgirê Serokê Giştî Mûrat Bozdemîr behsa pêvajoya pê re rûbirû mane ji ajansa me re kirin. 
 
‘MUXATABÊ ME TENÊ POLÎS IN’
 
Mehmet Kamaç destnîşan kir ku ji roja wan partiya xwe saz kiriye heta niha ji bo damezrandina fermî çi serlêdan kirine jî lê randevu nedane wan û wan biryar girtiye ku têkoşîna xwe veguhezînin Enqereyê. Kamaç anî ziman k udi 12’yê çile de ew 20 car ji bo serlêdanê çûne avahiya Wezareta Karên Navxweyî û wiha got: “Roja ewil ku em çûn ji me re gotin ku kesê bi maseya partiyên siyasî re eleqedar dibe ne li cihê xwe ye. Ji bo roja din randevu dan me. Dotira rojê em çûn dîsa ji me re gotin kesê rayedar nîne û ji me xwestin em du hefte şûn ve biçin. Lê ev gotinên wan nêzî 3 salan e didomin. Me jî got mafê me ye ku partiya me bi awayek fermî were damezrandin û me daxwaznameya xwe da û me got em ê ji avahiyê veneqetin. Du sê roj in em di nava saetên mesaî de diçin avahiya wezaretê. Lê polîs me dorpêç dikin û gefa binçavkirinê li me dixwin. Ji bo em li dewleta polîsan dijîn du roj in li şûna rayedarên wezaretê em bi polîsan re rûbirû dimînin.” 
 
‘POLÎTÎKAYEK TAYBET A LI SER KURDAN E’ 
 
Kamaç da zanîn ku li ser partiyên kurd polîtîkayek taybet tê sepandin û got: “Ev polîtîka li her cihê ku kurd lê birêxistinkirî ne xwe nîşan dide. Ev sê sal in em bi van sepanan re rûbirû dimînin. Helbet ev helwest tenê li dijî me bi tenê heye. Li dijî partiyên kurd û kurdistanî hemûyan heye. Naxwazin kurd xwe bi rêxistin bikin. Piştî serlêdana me gelek partî hatin damezrandin. Pirsgirêk ne ewraq in, ji ber ku em partiyek kurd in pirsgirêkan derdixin. Lê em jî ne w însanan ku em ê dev ji meseleya xwe berdin. Heta ku Wezaret daxwaznameya me qebûl bike û bixe meriyetê em ê van serlêdanên xwe bidomînin.” 
 
‘HETA EM ENCAMÊ BI DEST BIXIN EM Ê BIÇIN WEZARETÊ’ 
 
Kamaç destnîşan kir ku ew ê ji îro pêve li avahiya Wezareta Karên Navxweyî dest bi nobetê bikin û wiha got: “Heta em encamekê bi dest bixin, em ê di nava saetên kar de werin avahiya wezaretê. Hem em ê fîîlî li ber xwe bidin hem jî wê di warên hiqûqî de hewldanên me bidomin. Ev pirsgirêkek civakî ye û divê siyasiyên civakî yên demokratîk û azadiyê dixwazin li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin. Pêwîste em li dijî vê bêhiqûqiyê bi hev re têbikoşin.” 
 
‘3 ROJ BÛN 3 SAL’ 
 
Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Mûrat Bozdemîr jî destnîşan kir ku Partiya Însan û Azadî wek yasayî heye û wiha got: “Karûbarên dê 3 roj bidomin nêzî 3 salan e bi awayekî bêhiqûqî nayê kirin. Helwesta rayedarên Wezareta Navxweyî pir cuda ye. Ji bo em daxwazname bidin em ji 20 carî zêdetir çûne avahiya wezaretê. Me qenaeta xwe bi vê anî ku li avahiya wezaretê odeyek qanikirinê heye. Her kesê bi me re muxatab dibe ewilî erênî diaxivin û pişt re diçin odeyê û bi bêdengî derdikevin tên. Tu kes vê bêaqiliyê qebûl nake. Dema em bêdengiya wan dipirsin dibêjin ‘ez nizanim yên bi ser me re dizanin.’ Dema em dixwazin xwe bigihînin ên erkdarên bilind jî bersiva ‘ne li vir in’ didin me.” 
 
BANG LI MUXALEFETÊ KIR 
 
Bozdemîr bêdengiya rayedaran şiband “Yasaya Bêdengiya Omerta” ya yasaya mafyayê û wiha got: “Yasayên mafyayê tê sepandin. Kes bi me re naaxive. Divê meriv merhaleyên nedamezrandina PÎA’yê wek panoramaya Tirkiyê ya ji 2015’an û vir ve bibîne. Ev tiştên diqewimin tenê ne dema bihûrî dide nîşandan ku em ê di dema were de bi tabloyek çawa re rûbirû bimînin. Partiyên muxalefetê divê li dijî van tiştên tên serê me bêdeng nemînin. Ji bo em bêhiqûqiya Wezareta Navxweyî eşkere bikin her roj em ê di nava saetên kar de li avahiya wezaretê nobetê bigirin. Em ji kesên demokratîk û azadîxwaz jî li benda piştevaniyê ne.” 
 
MA / Emrûllah Acar