Şener: Erdogan pir tengijiye, ketiye rewşa 'te çil sator divê yan çi qantir divê'

img

ENQERE - Parlementerê CHP'ê Abdullatîf Şener, diyar kir ku dê Partiya Saadetê û Serokomar Erdogan neyên gel hev û got: "Erdogan, pir tengijiye. Te dît dibêjin 'Te çil sator divê yan çil qantir divê', eynî di halekî werê de ye." 

Serokê Desteya Îstîşareya Bilind a Partiya Saadetê (SP) Ozgûhan Asilturk, seredana Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan kiribû. Piştî vê seredanê nîqaşên wekî 'gelo SP û AKP di nav tifaqekê de cih bigirin' dest pê kiribûn. Parlementerê CHP'ê yê Konyayê Abdullatîf Şener, ev mijar nirxand. 
 
LÊGERÎNEKE BÊHÊVΠ
 
Şener, anî ziman ku Erdogan car carinan hewl dide mesafeyê têxe navbera partiyên di nav Tifaqa Gel de cih digirin û bi vê dixwaze wan ji hev qut bike. Şener, anî ziman ku Erdogan ji bo vê xwe nêzî SP'yê dike û got: "Bi qasî ku ez dibînim, Erdogan bi van temasan ketiye nav hewldanên 'qet nebe bila yek di nav lepên min de be' an jî 'ez mesafeyê têxim navbera wan' û ji bo vê geh serê xwe li vî dîwarî geh jî li wî dîwarî dixe. Ji lewra Tifaqa Gel, tifaqeke bihêz e û werê bawer dikim dê bi vî awayî jî têkeve hilbijartinê. Erdogan jî çendî ku bêhêvî be jî, lêgerîna xwe ya di vî warî de didomîne." 
 
ERBAKAN HIŞYAR KIRIBÛ 
 
Şener, anî ziman ku SP wê bi Erdogan re nebe yek û sedema wê jî wiha anî ziman: "Xeta Erbakan Xoce, xeta SP'yê ye. Erbakan Xoce, ew kese ku Tevgera Dîtina Neteweyî daye destpêkirin, dû re partiya wê ava kiriye û piştî partî hat girtin Mîllî Selamet, Refah, Fazîlet û herî dawî jî SP ava kir. Min tim serdana Erbakan Xoce dikir. Me dûr ûd irêj sihbet dikir. Heta berî bimire, bi rêya nivîsgeha xwe telefon, min kir. Ez jî çûm nexweşxaneyê. Pir nerihet bû. Nikaribû ji nav nivînan rabe. Erbakan Xoce, di wê serdanê de ji min re got: 'Abdullatîf, Erdogan û partiya wî, vî welatî ber bi karesatekê ve dibin. Heya ku ev li ser kar bin, dê felaketên mezin bên serê vî welatî. Hûn çi dikin bikin, bên cem hev du, aliyê hev du bikin û vî kesî ji îqtidarê dûr bixînin.' Ev wesiyeta xoce bû. Bi rastî jî ji wê rojê heya niha 10 sal derbas bûne û tiştên wî gotin rast derketin. Aborî, polîtîkaya derve û hundir felaket e. Jixwe tiştên ku Erbakan Xoce wekîw esiyeta xwe ji min re gotin, di axaftinên xwe de jî digot. Lewma ne mimkun e ku xeta wî, bi Erdogan re tevkariyê bike. Partî giş bi vê dizane. Rêveberiya partiyê jî nikare bibe serwerê polîtîkayeke bi vî rengî." 
 
TI PIRSGIRÊKEKE TIFAQA GEL TUNE YE 
 
Şener, destnîşan kir ku Tifaqa Gel li dor rêgezên 'demokrasî, dewleta hiqûqê û pergala parlementeriyê' li hev kom bûye û got: "Ev rêgez, sedemên hebûna partiyan e. Ê ev partî çawa derbasî Tifaqa Cumhurê bibin? Ji bo ku derbas bibin divê bibêjin ku Pergala Hikûmetê ya Serkomartiyê baş e. Divê beyanên xwe yên heya niha gişan înkar bikin. Divê dev ji bilêvkirina demokrasî, dewleta hiqûqê û edaletê berdin. Ma ev mimkun e? Bi ya min ne mimkun e. Heger bibe dê partî sedema hebûna xwe pûç bike. Li gor min tu pirsgirêkeke Tifaqa Gel tune ye. Heger pirsgirêk çêbibin wê di Tifaqa Cumhurê de çêbibin." 
 
‘MHP'Î JI ERDOGAN NE RAZÎ NE' 
 
Şener, destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP'ê tifaqeke bipirsgirêk e û got: "Tifaqa Cumhurê di warê prisgirêkan de tiştekî ande der, lê wexta bi awayekî hişk hev du biparêzin, ev nîşan dide ku zeafên wan hene. Mesela, wexta min bi MHP'ê re hevdîtin çêkir, min dît ku ji Birzê Erdogan û polîtîkayên wî ne razî ne. Tenê polîtîkaya wî ya derve diecibînin. Wê jî bi awayekî şiklî dibînin. Dikeve her cihî. Lê asas Tirkiye di polîtîkaya derve de tim têk dişikê." 
 
ÇIL SATOR DIVÊ YAN ÇIL QANTIR DIVÊ? 
 
Şener, bilêv kir ku liv û tevgerên Erdogan ên ji bo "tifaqê" ne girêdayî hilbijartineke pêşwext e û got: "Çi hilbijartina pêşwext çi jî ya di wext de, ferq nake. Di deqeyên dawî de hin tişt pêk nayên. Siyasetmedar hemû dizanin. Ev pêvajoyek e. Amadekariyan van pêvajoyan dike. Hin lêgerînên wî hene, test dike. Carinan berkesê tiştên ku test dike biryaran digire. Berê, me derbarê vê hêla wî de hevdîtin çêkiribûn. Erdogan, pri tengijiye. Te dît dibêjin 'te çil sator divê yan çil qantir divê?' Erdoganî eynî di halekîw erê de ye. Êdî piştgiriya MHP'ê têra wî nake. Jixwe alîgirên vê partiyê jî pir xwe nedan ber."
 
MA / Dîren Yûrtsever