Bûldan: Em ê dest ji hevserokatiyê bernedin

img

ENQERE -  Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku ew ê ji ber zext û êrîşan, dest ji pergala hevserokatiyê bernedin û got: “Me siyaset û tekoşîneke bihêz a jinan derxist holê. Me pîvanên xwe yên azadixwaz, bi jinan re ava kirin.” 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîna Bûldan, di civîna Koma Jinan a Parlamentoyê de axivî. Di civîna koma HDP’ê de, dawîzên “Beymana Stenbolê dide jiyîn” ên bi kurdî û tirkî bi salonê ve hatin kirin. Parlamenterên jin ên HDP’ê jî, rûpoşên xemrî yên li ser “Peymana Stenbolê pêk bînin” nivîsandibû dan ber rûyê xwe. 
 
Bûldan di civînê axivî û bal kişand seer 8’emîn salvegera avakirina HDP’ê. Bûldan, diyar kir ku HDP ji bo çareserkirina pirsgirêkan modela herî girînge û wiha axivî: “HDP’ê di demekê ku qezencên jinan dihat xespkirin û polîtîkayên dijminantiya li dijî jinan zêde dibû de, xwe weke partiya jinan îlan kir. HDP, xwedî mîrateya sedsalan a têkoşîna jinê derket û got; ‘li ser vê erdnîgariyê jin jî hene.’ Bi vî awayî jin anîn gel heve.”
 
‘SIYASETA JINÊ YA BI HÊZ’
 
Bûldan, asta têkoşîna jinan bibîrxist û wiha rêz kir: “Me siyaset û tekoşîneke bihêz a jinan derxist holê. Me pîvanên xwe yên azadixwaz, bi jinan re ava kirin. Em di her qadê de pergala hevserokatiyê xist meriyetê. Li dijî zayindperestiyê, HDP û siyaseta wê veguherî rengê jinê. Di hemû hilbijartinên welat de, di partiya me de jin bûn parlamenter û hevşaredar. Li tevahiya cîhanê, yekemîn car me di Parlamentoyê de, Koma Jinan ava kir. Vaye îro ev koma parlamentoyê, civîna koma jinên azad li dar dixe. Em jî di vê çarcoveyê de avakirina xwe silav dikin.”
 
'TIRSA WAN HERÎ MEZIN TÊKOŞÎNA JINÊ YE’
 
Bûldan, da zanîn ku tirsa herî mezin a desthilatdariyê têkoşîna jinê ye û wiha bilêv kir: “Ji ber vê tifaqa zilam a AKP û MHP’ê bi taybetî êrîşê têkoşîna jinan û destkeftiyên jinan dike. Bi pêkanînên xwe yên xespkar, armanc dikin ku pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev holê rabikin. Pergala hevserokatiyê di encama têkoşîna jinan de hatiye qezenckirin. Bi vê pergalê jin beşdarî pêvajoya siyasî û polîtîk dibin. Ji ber vê hevşaredarên me binçavkirin, ji peywirê girtin û kirin girtîgehan. Lê em baş dizanîn ku hevserokatî ne sûce. Mafê nûnertiya wekhev a jinê tu carî ne sûce. Yên ku dixwazin vê yekê ji holê rakin, bixwe sûc dikin. Operasyonên wan ên bêmaf û bêhiqûq sûcin. Em dixwazin bînin bîra kesên dixwazin hevserokatiyê rakin; Bi vê yekê hûn di heman demê de, îdîanmeyên xwe û dosyayên xwe yên sûc amade dikin. Bi rastî jî hûnê li hemberî edaletê hesab bidin jinan. Teqez emê van rojan bibînin. Em li hemberî vê zordestiyê bêdeng nemînin. Em ê têkoşîna xwe ya îtîrazê mezintir bikin. Teqez emê hesap ji dagirkeran bipirsin. Çawan ku me dest ji jiyanê berneda, emê wisan jî dest ji pergala hevserokatiyê bernedin. Emê vî welatî, teslîmê yek serokatiyê nekin.” 
 
BANG LI JINAN KIR
 
Bûldan, banga “em bibin yek” li hemû jinan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hêza guhertine û cesareta tê xwestin, bêguman li gel me heye. Hêza derbaskirina siyaseta zilam, li gel me jinane. Çi dema ku em jin li dijî vê tifaqa zilam a faşîst bibin yek, wê demê dê jiyan qezenc bike, azadî pêk bê, paşeroj wê qezenc bike û hemû welat dê qezenc bike. Rizgarî bi hêz û biryardariya jinê ve girêdayî ye. Çi dibe bila bibe, teqez em ê vê yekê bi ser bixin û em necarin bi ser bikevin.”