Kenanoglû: Xwedî derketina HDP’ê xwedî derketina demokrasiyê ye

img

STENBOL - Parlamenterê HDP’ê Alî Kenanoglû diyar kir ku îqtîdarê dest bi hembêza argûmanên “dewlet, al û millet” kiriye û xwedî derketina partiya herî zêde bi zextan re rûbirû dimîne tê maneya xwedî derketina demokrasiya welat. 

Operasyonên binçavkirin û girtinan û zextên li ser HDP’ê û partî û rêxistinên çepgir didome. Hema bêje her roj li gelek bajaran bi dehan kes tên binçavkirin û gelek kes ji wan tên girtin. Ev kesên tên binçavkirin û girtin bi têgehên “teror” û “terorîst” tên krîmînalîzekirin û hedef didin nîşan dan. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Alî Kenanoglû operasyonan û zextên li dijî HDP’ê nirxand. 
 
‘HDP WEK DIJMINDIBÎNE’ 
 
Kenanoglû diyar kir ku hema bêje her roj operasyonek nû li dijî partiya wan tê lidarxistin û got: “Îqtîdara AKP-MHP’ê bi mexseda xwe biparêz in van operasyonan pêk tînin. Zext ji bo îqtîdarê bûye amûrek mezin. Îqtîdar rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên wek HDP’ê dijmîn dibîne. Loma jî wan dixe hedefê.”
 
Kenanoglû anî ziman ku hedef nîşandana Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê Şebnem Korûr û Dadgeha Qanûna Bingehîn ne êrişên ji rêzê de dide nîşandan û ev êrişa li dijî van sazî û dezgehên sivîl zirarê ide demokrasiya Tiriyê. 
 
‘ÊRIŞAN BI MEDYAYÊ REWA DIKIN’ 
 
Kenanoglû da zanîn ku di êrişên li ser rêxistinên sivîl û kesayetan de dîsa HDP hedef tê nîşandan û êrişan bi vî tên rewakirin û got: “Li ser siyaseta aştîxwaz û demokrasîxwaz a HDP’ê û rêxistinên demokratîk operasyonên hedef nîşandanê tên birêvebirin. Ji bo xelkê xwe yê nijadperest konsolîde bikin, bi rêya medyayê rewşa dikin. Daraz jî bûye şiva van êriş û operasyonan. Dema meriv li axaftina Erdogan a derbarê Yekîtiya Bijîşkan de dinêre eşkere xuya dibe ku fermanê dide darazê. Belê dibînin ku şansek wan nîne Yekîtiya Bijîşkan bigirin, radibin hedef nîşan didin. Lê dikarin pergala ji bo bijîşkan jî wek pergala baroyan biguherînin. Jixwe Erdogan jî îşareta vê da. Rejîmên otorîter ji bo xwe li ser pêya bigirin her tim rêxistinên demokratîk dikin hedefa xwe. Çimkî tu rêyek din ku ev rejîm li ser pêya bimînin nîne.” 
 
‘BI GOTINÊN NIJADPEREST XWE DIPARÊZ IN’ 
 
Kenanoglû destnîşan kir ku welat niha nikare were birêvebirin û wiha got: “Her kes vê krîzê baş dizane û ev yek ji aliyê ker kesî ve hatiye pejirandin. Her li ber rabûnek îqtîdarê û rexneye li îqtîdarê têkiliya wê bi ‘terorê’ re datînin û dixwazin wisa bêdeng bikin. Li Meclîsê hefteya bihûrî li ser rexnemeyên me yên derbarê mijara enerjiyê de bi gotinên ‘dewlet, millet û al’ rabûn û xwestin xwe bi van peyvan biparêz in. Tişta em axivîn çi eleqeya wê bi van gotinan re heye? Lê belê dema kî dixitime xwe diavêje bextê peyvên ‘dewlet, millet û alê’ û van argûmanên siyasî bikar tînin.” 
 
Kenanoglû anî ziman ku li ber êrişên li ser wan pêk tên “têkoşîna xeta hevpar” lazim e û got: “Ji bo demokrasiyê ya girîng ew e ku piştevanî were kirin. Xwedî derketina HDP’ê xwedî derketina demokrasiya welat e.” 
  
MA / Nacî Kaya