HDP 8 salî ye

img

ENQERE – Wekîlê Serokên Koma HDP'ê Saruhan Oluç, bi minasebeta 8'emîn salvegera damezirandina HDP'ê bal kişand ser xebat û armanca têkoşîna HDP'ê û wiha got: "Têkoşîna me ya ji bo aştî, azadî, edalet û avakirina welatekî ku her kes bi hevre bijî dê bidome. 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ket 8 saliya xwe û 8 sal li pey xwe hişt. HDP'ê bi awayekî fermî di 15'ê Cotmeha 2012'an de avakirina xwe îlan kir HDP ku wekî partiya kongreyê derket holê, li dijî feraseta nijadperest, olperest û dewletperest wekî "Xeta sêyemîn" derket holê. HDP, piştî hat avakirin di demek nêzîk de eleqeyek mezin dît. HDP, piştî hat avakirin armanc kir ku hemû bawerî, reng, fikr û nasnameyên cuda yên muxalif di bin baneyê xwe de bihewîne. Xwest nûnertiya siyaseta Kurd, çepgir, sosyalist, misliman, ekolojist, feminist, oldar û nasnameyên cuda bike û li gorî wê rêziknameyek da pêş xwe. HDP'ê di heman demê de îlan kir ku sazumankarê "Komara Demokratîk" e û ji bo Komara Demokratîk ava bike bû parazvanê paradigmaya Komara Demokratîk. Ewil Pergala Hevserokatiyê pêş xist. HDP’ê bi Hevserokatiya pêşengê 68'an Yavuz Onen û Fatma Gok dest bi pergala Hevserokatiyê kir. HDP’ê di pêvajoya çareseriya demokratîk de di 27'ê Cotmeha 2013'an de 1'emîn Kongreya Awarte pêk anî. Di vê kongreyê de Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçû bûn hevserokên HDP'ê. 
 
Di pêvajoya çareseriyê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girîngiyek mezin da HDP'ê. Ocalan, di 7'ê Hezîrana 2013'an de di hevdîtina heyeta Îmraliyê de anî ziman ku Kurd û Tirk têra xwe hişyar bûne û xwest HDP bêtir çalak tev bigere û bal kişand ser rol û girîngiya HDP'ê. 
 
OCALAN: PARTIYA TIRKIYE YA NETEWEYA DEMOKRATÎK E 
 
Rêberê PKK'ê Ocalan têkildarî niqaşên ku HDP bibe partiya Tirkiyeyê di 17'ê Tebaxa 2013'an de wiha gotibû: “HDP jî nikare wekî ya Iraqê be. Wekî partiya Kurd û Tirkan cuda nekin. Ev talûke ye. Partiya Tirkiye ya modela nû ye. Partiya Neteweya Tirkiye ya ku gelan, herêman, çand û nasnameyên cuda di nava xwe de vedihewîne ye. Pir girîng e. Têgeha Neteweya Tirkiye dişibe Amarîkayî û Îngîlîzan. Neteweya Tirk heye û ev rastî ye. Dema bi gelê Kurd de tê cem hev dibe çi? Em dikarin bêjin Neteweya Tirkiyeyê. Ev partî divê pêşengiya vê yekê bike." 
 
Di demên pêş de li ser pêşniyara Ocalan wekilên BDP'ê di 28'ê Nîsana 2014'an de derbasî HDP’ê bûn. Di 2'emîn Kongreya Awarte ya 22'ê Hezîrana 2014'an de Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş bûn hevserokên HDP'ê. HDP di 7'ê Hezîrana 2015'an de ket hilbijartinê. HDP, di 8 salan de tev li hilbijartina 30'ê Adara 2014 a rêveberiyên herêmî, 10'ê tebaxa 2014'an de hilbijartina Serokomariyê, di 7'ê Hezîran û 1'ê mijdara 2015'an de hilbijartina giştî, di 16'ê Nîsana 2017'an de beşdarî referandumê bûn. Di 24'ê Hezîrana 2018'an de beşdarî hilbijartina giştî û di 31'ê Adara 2019'an û 23'ê Hezîranê beşdarî hilbijartina Stenbolê bi giştî beşdarî 8 hilbijartinan bûn. HDP'ê di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de ji sedî 13 deng derxist û 80'ê wekîl qezenç kir. 
 
Hikumetê her tim xwest HDP'ê di bin bendê de bihêle. Lê HDP'ê di hilbijartina 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdara 2015'an de bend derbas kir û ket meclîsê. Lê  li meclîsê jî astengî û zextên li ser HDP’ê kêm nebûn. Di 20'ê Gulana 2016'an de bi dengê AKP, MHP û CHP’'ê destnedayîna wekîlan rakirin. Piştî destnedayîna wekîlên HDP'ê rakirin Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selehattîn Demirtaş jî di navde 12 wekilên HDP’ê di 4'ê Mijdara 2016'an de bi operasyonekê gritin û şandin girtîgehê. Wekîltiya 7 kesan xistin. Di heman salê de qeyûm tayînî 94 şaredariyan kirin. 
 
 
HDP, di hilbijartina Giştî ya 24'ê Hezîranê û hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê ya Stenbolê de bû partiya diyarker û kîlît. Bi vê stratejiyê AKP-MHP'ê li Stenbol, Enqere, Edene, Mêrsîn û Antalya şaredarî winda kirin. Hikûmetê û îqtîdarê her tim êrîşên şerê taybet li ser HDP'ê berdewam kir. Li bajarên kurdan wekî partiya Kurd, li bajarê Tirkiyeyê jî wekî partiya Tirk pênase kir û xwest perçe bike. HDP'ê di 20'ê mijdara 2019'an de deklarasyon aşkere kir biryara li meclîsê bimîne da. HDP ku her tim bi fikra “Tirkiyeyîbûn" “Çareseriya Demokratik" “Îtîfaqa Demokrasiyê" tev digere, di 23'ê Sibata 2020'an de 4'emîn Kongreya Mezin pêk anî û fikra “Rêya Sêyemîn" da pêş xwe. Di 1'ê Hezîranê de dest bi Bernameya Têkoşîna Demokratîk kir û têkoşîna aştî û demokrasiyê berdewam kir. HDP’ê di 1'ê Îlona 2020'an Roja Aştiya Cîhanê de bernameyek nû da pêş xwe. Lê di 25 rojan de dîsa li dijî HDP'ê operasyon li ser operasyonê pêk hat.  Di vê operasyonê de wekil, hevşaredar, hevserok û rêveberên berê yên HDP'ê  jî di navde 20 siyasetmedar binçav kirin û 17 ji wan girtin. 
 
DI 5 SALAN DE 20 HEZAR KES BINÇAV KIRIN
 
Li gorî daneyên Komisyona Hiqûqê ya HDP'ê ji 24'ê Hezîrana 2015'an heta 1'ê Sibata 2017'an 15 hezar 370 endam û rêveberên HDP'ê hatin binçav kirin û 3 hezar û 647 kes hatin girtin. Ji 1'ê Sibata 2017'an heta 25'ê Îlona 2020'an jî herî kêm 6 hezar û 951 kes hatin binçavkirin. 
 
 
Li gorî daneyên komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê di hilbijartina 2019'an de 65 şaredarî qezenç kirin. Lê dîsa hikûmetê qeyûm tayîn kir û niha tenê 6 şaredarî di destê HDP'ê de mane. Hikûmetê heta niha qeyûm tayînî 48 şaredariyên HDP'ê kirin. 84 Encumen, 9 Endamê Meclîsa Giştî ji peyvirê dûr xistin. 37 Hevşaredar binçav kirin û 18 hevşaredar hêj girtî ne. Ji 119 endamên meclîsa şaredariyê yên hatin binçavkirin 11 kes hatin girtin. Ji 7 Endamên Meclîsa Bajar 4 heb hêj girtî ne. 
 
Wekîlê Serokên Koma HDP'ê Saruhan Oluç, bi minasebeta 8'emîn salvegera damezirandina HDP'ê bal kişand ser xebat û armanca têkoşîna HDP'ê û wiha got: "Têkoşîna me ya ji bo aştî, azadî, edalet û avakirina welatekî ku her kes bi hevre bijî dê bidome." 
 
Oluç, ev pêvajo wekî rêwîtiya heviyê pênase kir û wiha got: "Li gel vê rewitiya hêviyê em di pêvajoyek şer re derbas dibin. Heta niha di çareseriya pirsgirêka Kurd de tu gav nehatiye avêtin. Birêz Ocalan xwest HDP bibe partiya muzakereyên civakî û partiya aştiya civakî. Xwest têkoşîna demokrasiyê pêş bixe. Em dixwazin welat bi reve bibin. Em dixwazin Komara Demokratik ava bikin û têkoşîna me ya ji bo vê yekê didome. 
 
MA / Berivan Altan