Partiyên siyasî: Welêt nayê birêvebirin, hilbijartina pêşwext divê

img

AMED - Îqtîdar dibêje hilbijartina pêşwext ne di rojeva wan de ye. Lê belê partiyên siyasî diyar kirin ku divê hilbijartina pêşwext çêbibe û gotin, îqtidar êdî nikare welêt bi rêve bibe. 

Piştî Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kilçdaroglû ji bo hilbijatina pêşwxt bang kir, nîqaşên der barê hilbijartina pêşwext cardin dest pê kirin. Partiyên muxalif piştgiriya bangawaziya Kiliçdaroglû dikin, lê belê AKP û MHP jî dibêjin hilbijartina pêşwext ne di rojeva wan de ye. Partiyên siyasî yên li Amedê jî anîn ziman ku hilbijartina pêşwext pêdiviyeke civakiyî ye. 
 
‘DIVÊ TIFAQA GEL DORFIREH BIBE' 
 
Seroka Bajêr a CHP'ê Gonul Ozerê anî ziman ku daxwaza Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ya ji bo hilbijartina pêşwext, têhilanîneke di cî de ye. Ozer, bilêv kir ku AKP wê di hilbijartineke mihtemel de biçe û got, wê krîza heyî bi Tifaqa Gel bê çareserkirin. 
 
Ozerê got: "Gelek sedemên bangawaziyên ji bo hilbijartina pêşwext hene. Hevsarê krîza aborî ji dest derketiye. Di darazê de bi navê edaletê tiştek nemaye. Çapemenî ne azad e. Betalî heye. Beriya her tiştî, mirov birçî ne. Tenê ne partiya min, hemû partiyên muxalif doza hilbijartineke pêşwext dikin. Gel jî doza hilbijartina pêşwext dike. Gava hûn dadikevin kuçeyê, gel dibêje 'me ji vana xelas bikin.' Li gor anketan niha rêjeya tifaqa AKP û MHP'ê li dor ji sedî 35'an e. Lewma divê Tifaqa Gel dorfirehtir bibe. Heger hilbijartineke pêşwext çêbibe û Tifaqa Gel bi ser bikeve, wê bêhna welêt derkeve. Wê her tişt sererast bibe." 
 
KRÎZA DI WARÊ RÊVEBIRINÊ DE 
 
Hevseroka Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hulya Alokmen Ûyanikê, destnîşan kir ku ji ber krîza di warê rêvebirinê de ku ji ber Pergala Hikûmetê ya Serokomartiyê rû daye, bangawaziyên ji bo hilbijartina pêşwext tên kirin. Ûyanikê bilêv kir ku îqtidar bi polîtîkayên şerî li pêyan e.
 
Ûyanikê got: "Îqtidar, ji hêlekê polîtîkayên şerî hildiberîne, li hêlekê jî bi darê zorê dixwaze muxalefetê bitepisîne. Partiya herî zêde bi van êrîşan re rû bi rû dimîne HDP ye. Em HDP, ji bo ev krîz hel bibe sindoqê îşaret dikin. Gava em li anketên tên kirin dinêrin, em dibînin ku rêjeya dengên AKP'ê kêm bûne. Îjar di rewşeke wiha de wê îqtidar biçe neçe em nizanin. Lê belê belê civak jî dixwaze hilbijartineke pêşwext çêbibe." 
 
'ÎQTIDARÊ SERÊ BERDAYE' 
 
Serokê Bajêr ê Partiya Saadetê Fesîh Bozan jî diyar kir ku zûzûka divê hilbijartina pêşwext çêbibe û got, îqtidarê serî berdaye.
 
Bozan, destnîşan kir ku AKP li hemû qadên jiyanê bûye sedema krîzan û got: “Ji bo hilbijartina pêşwext, biryara Meclîsê yan jî Serkomar divê. Lê belê wê îqtidar bibeje 'erê' nizanim. Ji lewra ev îqtidar êdî nikare pirsgirêkan hel bike. Lewma divê partiyên muxalif hemû bên cem hev du, tifaqekê çêbikin. Hilbijartina pêşwext pêdiviyeke civakiyî ye." 
 
‘HER KES XIZAN E' 
 
Serokê Bajêr ê Partiya Gelecekê Aydin Altaç jî got: "Ev welat bi vê ferasetê nayê birêvebirin." 
 
Altaç, destnîşan kir ku wê hilbijartina pêşwext ji bo welêt bibe cihê encamine erênî û got: "Gava AKP, bû îqtidar ji sedî 35'ê welêt xizan bû. Lê belê niha her kes xizan e. Li hemberî xizaniyê tu têkoşîn nayê kirin. Li her derî qedexe hene. Kî muxalefet be wekî 'terorîst' tê lansekirin. Xizanî aşkere li ber çava ye. Ev feraseta ku li gor rêgezên xwe yên ewilî tev nager, nikare welêt bi rê ve bibe." 
 
‘ÎQTIDAR HATIYE DAWIYA RÊ' 
 
Serokê Bajêr ê Partiya Demokrasî û Pengavê (DEVA) Cîhan Ulsen jî got: "Îqtidar hatiye dawiya rê."
 
Ulsen got: "Dibêjin di rojeva me de hilbijartina pêşwext tuneye. Yanî wekî li welêt tu pirsgirêk tunebin, bidin der. A rast di cîhaneke xeyalî de dijîn. Hem partiyên siyasî hem jî welatiyên li bazaran alvêrê dikin hemû doza hilbijartineke pêwşext dikin. Tu tiştek nemaye ku ev îqtidar li ser pêyan bihêle. Hin kes dibêjin welêt hatiye ber kendêl. Lê bi ya min welêt di kendêl de wer bûye. Welêt bûye enqaz. Lewma bangawaziyên ji bo hilbijartina pêşwext daxwaze civakê ye." 
 
MA / Ergîn Çaglar