‘Xebatên siyasî bûn mijara fezlekeyan'

img

ENQERE - Parlementerê HDP'ê Abdûllah Koç, ji bo 26 fezlekeyên nû yên der barê parlementerên HDP'ê de hatine amadekirin de anî ziman ku xebatên siyasî, bi gel re parvekirina bernameya partiyê û rexnekirin sûc hatine hesibandin. 

Meclîsa Tirkiyeyê di 1'ê Cotmehê de dest bi serdema xwe ya nû kir. Çawa meclîs dest bi serdemê kir, der barê 42 parlementeran de fezleke hatin amadekirin. Ji van fezlekeyan 26 jê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî di nav de der barê 18 parlemneterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatine amadekirin. 
 
Di fezlekeyan de daxuyaniyên çapemeniyê, tevlîbûna çalakiyan cih girtine. Her wiha silavên ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê jî di fezlekeyan de cih girtine. Dema Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû gelek kesan û parlementeran silavên xwe jê re dişandin û piştgiriya wê dikirin. Silavên ji Guvenê re hatine şandin û daxuyaniyên der barê piştgiriya ji bo wê jî di fezlekeyan de cih girtin. Her wiha di fezlekeyan de daxuyaniyên di dema vekirina buroyên hilbijartinan de hatine kirin, daxuyaniyên der barê tayinkirina qeyûman de hatine kirin û parvekirinên li ser medyaya civakiyî jî cih girtine. 
 
‘DARAZ WEKÎ APARATÊ TÊ BIKARANÎN' 
 
Endamê Komîsyona Edaletê ya HDP'ê Parlementerê Agiriyê Abdûllah Koç ku der barê wî de jî fezleke hatiye amadekirin, naveroka fezlekeya nirxand.
 
Koç, diyar kir ku AKP-MHP'ê mafê civîn, xwepêşandan û meşan ku di qanûna bingehîn de heye ji holê rakiriye. Koç, destnîşan kir ku di asasê xwe de ev yek tê wateya ku Qanûna Bingehîn ji holê tê rakirin û got: "Ev hikûmet, naxwaze HDP siyasetê bike. Ev îqtidar, xebata siyasî, rexney, parvekirina bername û plana partiyê ya parlementerekî jî sûc dihesibîne. Êdî darazê wekî aparatekê bi kar tînin." 
 
‘DIJMINATIYA LI HEMBERÎ KURDAN' 
 
Koç, diyar kir ku pergaleke darazê ya dumendî heye û bilêvkirina navê "Kurdistanê" ku bûye mijara fezlekeyê bi vî awayî nirxand: "Rastiyeke dîrokî ya Kurdistanê heye. Ji bo dengan bi dest bixin û îqtidara xwe bidomînin her tiştî bi kar tînin. Ji bo wan ne sûc e. Heger tiştekî iwha bûbe mijara lêpirsînê, nexwe êdî tu tiştkî kurdan tamûl nakin. Der barê kurdan û kurdî de çi hebe, hemû di hedefa wan de ye. Ev awayî dîtir ê dijminatiya li hemberî kurdan e. Em lêpirsîn li bara me bêhikm in." 
 
MAFÊ QANÛNΠ
 
Koç, diyar kir ku fezleke bi telîmatê hatine amadekirin û got: "Walî gotiye, biteriqin, lê parlementer neteriqîne. Ma walî di ser qanûna bingehîn re ye? Ma esker û polîs di ser qanûna bingehîn re ne? Bi jiholêrakirina vî mafî re di asasê xwe de walî sûc dike. Ev awayekî din ê rejîma dîkatyê dide der. Em ê dev jê bernedin û mafê xwe yê qanûnî bi kar bînin. Her wiha em ê pêkanînên wan ên antîdemokratîk ku li gel ferz dikin jî îfşa bikin. Hezar û 500 fezleke jî bên dîsa em ê dev ji têkoşîna xwe ya demokratîk bernedin." 
 
MA / Dîren Yûrtsever