Ozsoy: Helwesta Tirkiyê Ewropayê dide zorê

img
ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy diyaloga di navbera Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglû nirxand û got: “Ann li tevahiya Ewropayê berdevka hîsiyatek giştî ye. Helwesta Tirkiyê li Ewropayê êdî wek êdî sebir namey tê nirxandin.” 
 
Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy hevdîtin û diyaloga di navbera Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglû de rû da nirxand. Ozsoy diyar kir ku Mevlût Çavûşoglû helwestên dûrî nezaketên dîplomatîk û qeba nîşan daye. 
 
‘WEK BERDEVKA EWROPAYÊ HAT TIRKIYÊ’ 
 
Ozsoy da zanîn ku Ann Linde tenê ne bi nasnameya Wezîra Karên Derve ya Swêdê serdana Tirkiyê kiriye û wê ew di sala were de bibe seroka serdema Teşkîlata Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (AGÎT) û got: “Helwesta Çavûşoglû yên qeba û nêzîkatiya wî nebaş, belkî wê hin bêtir bi perçinandinî bike. Wê ne paş de gav biavêje wê hin bêtir bi biryardarî û bi awayek vekirî van mijaran bişopîne. Ann li tevahiya Ewropayê berdevka hîsiyatek giştî ye. Helwesta Tirkiyê li Ewropayê êdî wek êdî sebir namey tê nirxandin. Di serdema pêşiya me de fişarên dîplomatîk ên Ewropayê hin bêtir li ser Tirkiyê çê bibin.”