Derbarê 6 parlamenteran de 10 fezlekeyên nû hatin amadekirin

img
ENQERE - Bi daxwaza destnedayîna 6 parlamenteran were rakirin, 10 fezlekeyên hatin amadekirin pêşkêşî Meclîsê hatin kirin. 
 
Derbarê 5 parlamenterên HDP’ê de bi daxwaza rakirina destnedayîna parlamenteriyê 9 fezlekeyên nû hatin amadekirin. Fezleke pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hatin kirin. Fezleke derbarê Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan, Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, Parlamenterê HDP’ê yê Agirî Abdullah Koç, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê de hatin amadekirin. 
 
Derbarê Tosûn de 5 fezleke hatin amadekirin û derbarê her yek ji wekîlên din de jî fezlekeyek din hat amadekirin. 
 
Her wiha derbarê Parlamenterê Serbixwe Mensûr Işik de jî fezlekeyek hat amadekirin.