Ji CHP’ê serdana piştevaniya HDP’ê

img
STENBOL – Parlamenterê CHP’ê Alî Şeker jî di nav de ji CHP’ê heyetek çû serdana Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê. 
 
Di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabû destpêkirin de endamên MYK’a HDP’ê jî di nav de 17 siyasetmedar di 2’ê cotmehê de hatibûn girtin. Ji aliyekî ve li dijî girtinan bertek hene û ji aliyekî ve jî serdanên piştevaniya HDP’ê didomin. 
 
Parlamenterê CHP’ê Alî Şeker jî di nav de ji CHP’ê heyetek çû serdana Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê. Heyeta CHP’ê Hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Erdal Avci û Elîf Bûlût, Parlamenter Huda Kaya û Endamê MYK’ê Ferhat Encu pêşwazî kirin. 
 
Parlamenterê CHP’ê Alî Şeker, di serdanê de axivî û bertek nîşanî operasyonên li dijî HDP’ê da.