Kaçmaz girtina rojnamevanan bir rojeva Meclîsê

img
ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz girtina 4 rojnamevanên ji ber nûçeyên êşkenceya bi helîkopterê hatin girtin bir rojeva Meclîsê û vê pirsê kir: “Yên ku bihatana darizandin divê kesên her du wlatiyan ji helîkopterê avêtibûn an jî rojnamevan in gelo?”
 
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz girtina rojnamevan Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, Nazan Sala û Şehrîban Abî ku avêtina Servet Tûrgût û Osman Şîban ji helîkopterê piştrast kiribûn bir rojeva Meclîsê. Kaçmaz di pêşniyaznameya da Meclîsê de diyar kir ku weqayên êşkenceyê û muameleya xerab zêde bûne û “rejîma bêcezabûnê” gumanên civakî kûrtir dike. Kaçmaz destnîşan kir ku rojnamevan piştî hatine girtin li girtîgehê jî bi binpêkirina mafan û muameleya xerab re hevrû mane. Kaçmaz xwest Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pêşniyazpirsa wî bibersivîne û got: “Yên ku bihatana darizandin divê kesên her du wlatiyan ji helîkopterê avêtibûn an jî rojnamevan in gelo?”