Ozsoy: Fatûreya serpêhatiya yekparêziyê wê li Tirkiyeyê bê birîn

img

AMED - Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Dervê yê HDP’ê Hişyar Ozsoy, diyar kir ku bi hilbijartina li DYA’yê re, wê pêşketinên li Rojhilata Navîn jî bi guherin û got: “Avakirina baregehên li Sûriyeyê û Iraqê yên Tirkiyeyê, bi temamî serpêhatiya yekparêziyê ye. Ji ber vê yekê wê fatûryên şerê hem li AKP û hem jî li Tirkiyeyê bên birîn.” 

Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hişyar Ozsoy, polîtîkayên Tirkiyeyê yên li Lîbya, Sûriye û Rojhilata Navîn bi rêve dibe, nirxandin. Ozsoy, diyar kir ku polîtîkayên Tirkiyeyê yên li Lîbya û Sûriyeyê,  polîtîkayên dagirkirinê ye û êdî van polîtîkayan îflas kirine. Ozsoy, da zanîn ku ji ber vê yekê wê fatûryên şerê hem li AKP û hem jî li Tirkiyeyê bên birîn.  
 
GIRÎNGIYA HILBIJARTINA LI DYA’YÊ  
 
Ozsoy, anî ziman ku polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê yên li Rojhilata Navîn bi rêve dibe, êdî lingê wê yê li Sûriye û Lîbyayê tevlîhev bûne û wiha axivî: “Piştî hilbijartina giştî ya li Amerîkayê, di serî de li Sûriye û Lîbyayê û li Rojhilata Navîn wê gelek tişt biguherin. Dibe ji kok de guhertin bên çêkirin. Lê ev guhertin,  teqez wê ne li gorî Erdogan bin. Di hilbijartina DYA’yê de, ger Alîkarî Serokê berê yê DYA’yê Joe Bîden qezenc bike, wê gelek encamên erênî û girîng ji bo kurdan rû bidin. Ger Serokê DYA’yê Donald John Trûmp biçe, wê hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Erdogan danekirin bên rojevê. Dibe ku hebûnên xwe yên eskerî yên li Sûriyeyê xurtir bikin û dibe ku gelek alternatîfên cuda jî bên rojevê. Dibe ku Erdogan hevalekê xwe yê mîna Trûmp wan bike. Têkiliyên Bîdem ên bi Başûrê Kurdistanê re pir zêdene û têkiliyên wî yên takekesî hene. Piştî Trûmp, saziyên eslî yên li herêmê, wê hîn zêdetir bi înîsiyatîf tevbigerin. Ji ber ku Trûmp ji herêm tiştekê fam nake û kesekê tucare. Yanî li herêmê wê gelek tişt biguherin.” 
 
'WÊ FATÛREYÊN WÊ GIRAN BE’ 
 
Ozsoy, da zanîn ku Tirkiye polîtîkayên xwe yên “dagirkirinê” yên li Rojhilata Navîn, li Sûriyê dixe pratîkê û wiha got: “Her çiqasê Tirkiyeyê li Sûriyeyê hin cih dagir kiribîn jî, di rastiyê de têkçûyî de dijî. Her kes baş dizane ku li Sûriyeyê guhertina rejîmê ne pêkane. Tirkiyeyê ligel vê jî ji bo şerê Sûriyeyê gelek razemenî kir, lê tu tişt bi dest nexist. Di rastiyê, Tirkiyê li Serêkaniyê û Efrînê tenê xwest destketiyên kurdan paşve bixine. Tirkiyeyê li Sûriyeyê gelek tawîz dan, ji bo ku li Lîbyayê cihê xwe bigire. NATO jî di nav de gelek hêz, ketin Sûriyeyê û Lîbyayê û razemeniyên çekên mezin kirin. Lê di dawiyê de îflas kirin û neçar man ku paşve bikêşin. Tirkiyeye dibêje ‘Ezê yekê danim û sêyan qezenc bikim.’ Lê Tirkiye bi vê yekê xwe dixapîne. Heya niha kesekê nekariye yekê dane û sêyan qezenc bike. Em Şerê Korfezê yê sala 1991’an a Amerîkayê dizanîn. Amerîka li Iraqê 20-30 ma. Heta di sala 2003’an de cardin ketî û bi sedan eskerên wê hatin kuştin û 4 trîlyon dolar xerc kir. Lê di encamê de îflas kir. Ji ber vê avakirina baregehên li Sûriyeyê û Iraqê yên Tirkiyeyê, bi temamî serpêhatiya yekparêziyê ye. Wê fatûreyên van polîtîkayan hem li AKP û hem jî li Tirkiyeyê bên birîn.”   
 
ARMANCA TIFAQÊ
 
Ozsoy, derbirî ku AKP’ê piştî hewldana darbeyê, bi îlankirina OHAL’ê re hêza xwe komî ser hev û wiha rêz kir: “Bi vê re şerê kurdan kir û hemû destkeftiyên kurdan kir hedef. Ev 5 salin bi polîtîkayên xwe dixwaze Rojava bifetisîne û kurdan bifetisîne. Armanca tifaqa faşîst a bi MHP, Mehmet Agar û Perînçek re hat avakirin jî, ji xwe ev bû. Lê bi ser neketin. Kevneşopiya berxwedanê ya gelê kurd destûr ne da vê yekê. Bi nêzîkatiya ‘em ê kurdan bi fetisînin’ ew bi xwe parçe bûn. Va ye em dibînin, MHP bûye du parçe û AKP jî bûye sê parçe. Niha jî wê CHP’ê bikin du parçe. Gelo çima dabeş bûn, ji ber ku nekarin pirsgirêkan çareser bikin.”
 
ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ Û ÎRANÊ
 
Ozsoy, derbarê operasyonên der sînor ên Herêma Kurdistan Federe de jî, ev pênase kir: “Tirkiye dixwaze hemû herêmên dagirkirine bike yek, kurdan baypas bike û xwe bigihîne Erebên Sunnî. Tirkiye ev 40 salin, van êrîşên xwe dibin navê ‘bi PKK’ê re têdikoşe’ de pêk tîne. Lê êdî her kes dizane ku rewş ne eve. Kurdên li Bakur û Başûr êdî vê rastiyê dizanîn. Hem Tirkiye û hem jî Îran dixwazin êrîşî Herêma Kurdistan Federe bikin. Baregehên eskerî yên li wê herêm avakirine, ne ji bo têkoşîna bi PKK’ê re ye. Ger şert û merc bên guhertin, wê ev baregeh vegerin van deran. Wezîrê berê yê Karê Derve yê Îraqê Hoşyar Zebarî di parvekirineke Twîttera xwe de wiha gotibû; ‘Tirkiyeyê li Herêma Kurdistana Federe nêzî 50 baregehên xwe yên mayîn de avakirine. Ev yek ne ji xêrê re ye û divê hemû kurd vê weke gafê bibînin.’ Ger Tirkiye fersendekê bibîne, wê ne tenê Rojavayê Kurdistanê di heman demê de wê Başûrê Kurdistanê jî bike hedefa xwe.”
 
‘DIVÊ KURD KRÎZÊ VEGUHERÎNIN FERSENDÊ’
 
Ozsoy, dest nîşan kir ku her ku kurd nêzî statuyê dibin, dijminên kurdan ji her alî ve êrîş dikin û wiha pê de çû: “Divê kurd di nava aloziya Rojhilata Navîn de, yekitiya xwe ya neteweyî xurt bikin. Gelê kurd divê krîza li Rojhilata Navîna veguherînin fersendê. Mixabin di asta heyî de, aliyên siyasî yên kurdan nekarin vê yekê bikin. Em ji vê pir dûrin. Lê başe ku dinava kurdan şerek tuneye. Tirkiye niha dixwaze kurdên li Sûriyeyê û PKK’ê bîne beramberî heve. Hewl dide zemînê vê ava bike. Dîsa dixwaze li Başûrê Kurdistanê rageşiyê pêş bixe. Ev armanca wan wê çiqasê bigire gelo? Lê li gorî baweriya min wê ev armanca wan bi ser nekeve.”
 
‘PÊWÎSTÎ BI AŞTIYEK MEZIN HEYE’
 
Ozsoy, bibîr xist ku ji bo ku ev kaosa li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bi dawî bibe, divê li Rojhilata Navîn aştiyeke mezin a Kurd û Tirkan pêş bikeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîstiya kurdan û Tirkan bi aştiyek mezn heye. Kesên Komara Tirkiyeyê bi rêve dibin, divê dest ji dijminantiya kurdan berdin û têkiliyên xwe yên bi kurdên Bakur, Başûr û Rojava re ji nû de sererast bikin. Wê demê, dê li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn a sedsala 21’emîn de, wê hemû kes bi hevre bibin hêzeke mezin.” 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Ergîn Çaglar