Sancar: Ji bo avakirina demokrasiyê em tên cem hev

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, starta çalakiya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk" a "Hevdîtina Demokrasiyê" da û got: “Em ji bo avakirina demokrasiyê tên cem hev. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duyemîn pêngava "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" bi daxuyaniyekê aşkere kirin. HDP'ê starta pêngava duyemîn a “Hevdîtina demokrasiyê" li meclîsê bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Di civîna çapemeniyê de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Mithat Sancar û parlamenterên HDP'ê amade bûn. HDP'îyan çalakiyêde bal kişand ser pêşnûmeya "Pir Baroyî" ku AKP-MHP'ê anî rojevê û Komîsyona Edaletê erê kir. HDP’iyan di çalakiyê de berdilkên li ser “Parastin nayê bêdeng kirin" li xwe kirin û dowîzên bi kurdî û tirkî “Em bi hevre " rakirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, daxuyanî da û wiha got: "Me li dijî darbeyan meşa demokrasiyê daye destpêkirin. Em pêngava duyemîn li meclîsê didin destpêkirin. Ji bo demokrasiyê em ê ji Enqereyê berê xwe bidin çar aliyê Tirkiyeyê. Em ê di serî de li Enqereyê hevdîtinên demokrasiyê pêk bînin. Em ê bi kesên kedkar, komên baweriyan, ekolojisan, jin, ciwan, ode, sendîka û komeleyên cuda re bên cem hev û hevdîtinên demokrasiyê pêk bînin. Em ê di meşêde îtîrazên xwe bînin ziman. Em ê hêza xwe ya avakirinê nîşan bidin. Bi meşê em ê tîraza xwe bînin ziman. Me di meşa destpêkê de li dijî bê edaletiyê îtîraza xwe anî ziman. Niha jî em ê hêz û baweriya ku karibe edaletê ava bike nîşan bidin. Emê vê hêzê bînin cem hev û bi hevre li dijî despotuyê îtîraza xwe bînin ziman. Em ê bi hevre ji bo avakirina demokrasiyê bên cem hev. 
 
JI BO WEKHEVIYÊ EMÊ BÊN CEM HEV'
 
Sancar, da zanîn ku ew li dijî xizanî, mêtîngerî, kedxwarî, betalî û nelirêtiyê îtîraz dikin û wiha lê zêde kir: "Ji bo em wekheviyê pêş bixin em ê bên cem hev. Em tundî, zext û neheqiyê îtîraz dikin. Em qedexe û xizaniyê îtîraz dikin. Ji bo em xedexeya azadiya ramanê û azadiyê îtiraz bikin em ê bên cem hev. Em yekperestiyê îtîra dikin. Em ê bi hevre pirçandî, pir bawerî û pir rengiye ava bikin. Ji bo em azadiya gelan û wekheviya baweriyan ava bikin em tên cem hev. Ji bo em civakek demokratîk û ekolojîk ava bikin em tên cem hev." 
 
 
‘EM Ê HEQ Û QIQÛQÊ AVA BIKIN' 
 
Sancar, da zanîn ku îqtîdar bi fikra tolê hilîne nezîk dibe û wiha got: "Îqtîdar kesên ku nikare kontrol bike û wan li gorî xwe wan bi teşe bike hewl dide tolê ji wan hilîne. Ji 7'ê Hezîrana 2015’an heta niha li dijî partiya me û kesên bi partiya me re ne hewl dide tolê hilîne. Operasyona tolê ya herî mezin jî di 4'ê Mijdara 2016'an de pêk anîn. Di vê operasyonê de Hevserokên me Demîrtaş, Yuksekdag, Baluken û gelek siyasetmedarên me dîl girtin. Piştî hilbijartina 31'ê Adarê me şaredarî bi dest xist vê carê dîsa qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Em vê hişmendiya îqtîdara ku tolê hiltîne îtîraz dikin. Em ê edalet, heq û hiqûqê ji nûve ava bikin. Em ê bi beşên cuda yên civakê re vê yekê pêk bînin. Em ê hevî û wêrekiyê belav bikin. Baro ketin rêya û helwesta xwe anîn ziman. Serokên Baroyan mafên xwe yê rewa û zagonî parast. Lê îqtîdarê ew jî asteng kirin. Serokên Baroyan tevî hemû asteniyan meşiyan û îtîrazên xwe anîn ziman. Em meşa baroyan silav dikin û piştgiriyê didin wan. Hevî belav dibe. Wêrekî û cesaretî jî belav dibe. Em ê qêrina edaletê bilind bikin. 
Meşa Edîrne û Colemêrgê qerînek bû. Bû qêrîna ku tariyê ronî bike. Niha di hedefa îqtîdarê de beşên cuda û rêxistinên cuda jî hene. Dixwaze rêxistin û odeyên pîşeyî jî têxe kontrola xwe. Ev îqtîdar dixwaze tola xwe ji TTB'ê bistîne. Ji ber vê yekê amadekariya vê yekê dike. Dixwaze ji TMMOB’ê tolê hilîne. Dixwaze hemû beşên cemaweriyê têxe kontrola xwe. 
 
JI BO EM HÊZAN BIKIN YEK EM TÊM CEM HEV
 
 
Sancar, herî dawî da zanîn ku daraz û edalet li holê nemaye û ji bo ew hemû hêzan bikin yek têne cem hev û wiha bi dawî kir: "Eger ku em hemû bi hevre bimeşin. Em bi hevre îtiraz bikin û em hêza xwe bikin yek em dikarin vê yekê rawestînin. Me dît ku yên ji têkoşînê bawer bikin teqez bi ser dikevin. Em dubare dibêjin edalet, demokrasî û azadî dê teqez bi ser bikeve."