Parlamenterên HDP’ê bi cubeyên xwe bang kirin: Teklîf darbeya li dijî parastinê ye

img

ENQERE – Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku teklîfa “pir-baroyan” li dijî “parastinê darbe ye” û got: “Rojeva pir baroyan ji rojevê derxistin deynê stûyê her kesî ye. Berevajî vê yekê siberojek tarî li benda me hemûyan e.”

Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li gel wekîlên partiya xwe yên hiqûqzan li ber Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Beştaş û parlamenterên din bo balê bikişînin ser teklîfa pir baroyan bi cubeyên xwe beşdarî civînê bûn. 
 
Beştaş têkildarî teklîfa pir baroyan a AKP’ê axivî û got: “Ji ber ku baro û rêxistinên pîşeyî ne alîgirên îqtîdarê ne, loma dixwaze mudaxileyî baroyan bike. Îqtîdar dixwaze baroyan dabeş û belav bike. Dema parastin têk here, wê daraz jî bi temamî biqede.”
 
‘BARO BI SERKETIN Û DENGÊ XWE RAGIHANDIN’ 
 
Beştaş anî ziman ku hiqûq li Tirkiyê hatiye asta qedandinê û got: “Baweriya kesî bi darazê nemaye. Yek ji sedemên ku baro di hedefê de ne jî ew e ku Metîn Feyzîoglû ji ser qoltixê xwe neçe. Heke pir barobûn bikeve meriyetê wê mexdûrên cînayetên jinan nikaribin xwe bigihînin edaletê. Tevî hemû astengî û rêbazan jî baro meşiyan bi serketin û dengê xwe ragihandin.” 
 
‘DIXWAZIN PARÊZERAN BIRLÇÎ BIHÊLIN’ 
 
Beştaş diyar kir ku îqtîdar dijminê demokrasiyê ye û wiha got: “Armanca îqtîdarê ew e ku baroyên alîgir ji xwe re ava bike. Bifikirin hûn parêzerek in û hûn muxalîfê îqtîdarê ne. Lê îqtîdar we wek xayînê welat radigihîne. Îqtîdara ku li dijî parlamenteran û partiyan darbeyê pêk tîne û bi qeyûman darbeye pêk tîne niha jî li dijî parêzeran dixwaze darbeyê pêk bîne. Dixwazin baro û parêzeran bêdeng û birçî bihêlin. Jixwe beşek parêzerên muxalîf di zîndanan de ne. Dixwazin beşa mayî jî bi birçîbûnê edeb bikin. Rojeva pir baroyan ji rojevê derxistin deynê stûyê her kesî ye. Berevajî vê yekê siberojek tarî li benda me hemûyan e. Dixwazin naznameya dozger û parêzeran bikin yek û dozger, parêzer û dadger bixin bin kontrolê.” 
 
‘EV TEKLÎF DARBEYA LI DIJÎ PARASTINÊ YE’ 
 
Beştaş da zanîn ku bi vê teklîfê wê parêzerên nexwazin ku bibin endamê wê baroyê bi darê zorê wê pêk were û got: “Siyaseta ku li her qadê jiyanê belav bûye û dijminatiyê û dubendiyê xistiye nava xelkê niha jî dixwazin vê siyasetê sîrayetî baroyan bikin. Birêvebirina vê teklîfê darbeya li dijî parastinê ye. Em dibêjin vê teklîfê paş ve vekişînin û dest ji dabeşkirina parastina parêzeran berdin. Em bang li 82 milyonan dikin; wê ev teklîf mafê we yê parastinê ji holê rake.”