Oluç: Ruhê Esat Oktay zindî dikin

img
ENQERE - Wekîlê Serokên Koma HDP'ê Saruhan Oluç, bal kişand ser îşkencya ku bi ser malê de girtin û bi kuçikan li Rojbin Çetin kirin û got: "“Ruhê îşkencekarê Esat Oktay Yildiran êdî li Midûriyeta Polisan e. Ne tenê li midûriyeta polîsan li her derê belav bûye. 
 
Wekîlê Serokên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, têkildarî geşedanên dawî li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Olûç Siyasetmedarê Kurd Orhan Dogan bibîr anî û wiha got: "95 sal berê Şeyh Said  riza û hevalên wî darve kirin. Lê mixabin heta niha gora wî tune ye. Em carek din dixwazin ku gora wî derxin holê. Divê bi rastiya Şêx Seît re bên rûyên hev.  Bi ser mala Rojbîn Çetîn de girtin. Derî şikandin û ketin hundir. Bi kuçikan ketin hundir. Hem îşkenceya fîzîkî kirin û hem jî îşkenceya derûnî kirin. Niha bi kuçikan îşkence dikin. Ev ne tiştekî nû ye. Di salên 1980'an de li Zindana Amedê Esat Oktay Yildiran bi kuçikan li girtiyan îşkence dikir. Niha ruhê Esat Yildiran li Midûriyeta Polîsan a Amedê ye. Rêbaza darizandinê dîsa diguherînin. Berê jî bi kuçikan bi ser malê de girtibûn û bi kuçikan îkence kiribûn. Erka xwe xerab pêk anîne. Divê der barê wan de lêpirsîn bê vekirin û bên cezakirin. Li şûna Waliyê Amedê hesabê vê yekê ket nava parastinê." 
 
Oluç, bang li Wezareta Dadê jî kir û xwest teqez der barê van kesan de lêpirsînê veke û wan ji karê wan dûr bixe. Oluç, bang li Wezîrê Karên Hundir kir û got: "Polîsê we vê îşkenceyê dike. Ger ku we ferman neda wan ev îşkence nedikirin. Ger ku hûn der barê wan de lêpirsînê venekin û ceza nekin ev tê wateya ku we ferman daye.  Em dibînin ku Ruhê Esat Oktay Yildiran dîsa li Midûriyeta Polîsan digere. " 
 
Oluç, polîtîkayên hikûmetê yên li dijî Baroyan jî rexne kir û wiha lê zêde kir: "Dixazin bi vê guhertinê Baroyên makul, parêzerên makul ava bikin. Dixwazin li gorî xwe û baroyên di emrê xwe de ava bikin.