Huseynî: Ji destê Tirkiyeyê bê dê oksîjenê jî li ser kurdan qut bike

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Helbestvanê kurd Ehmed Huseynî, têkildarî êrîşên li dijî Kurdan nirxand û got: "Heke ji destê dewleta tirk bê dê oksîjenê li ser kurdan qut bike." 
 
Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Ehmed Huseynî, der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Gundê Helince yê Kobanê, Şengal, Mexmûr, Şeladiz û Kunemasî ku welatiyan jiyan xwe ji dest dan, ji Nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA)  Lîlav Mihemed û Solîn Reşîd re axivî. Huseynî, diyar kir ku Tirkiye bi êrîşan dixwaze hebûna kurdan tune bike û got: “Dixwaze di aliyê dîrok, çand, ziman û di her alî de kurdan tune bike. Kurdan li dijî hişmendiya wan serî netewand û kurd xwedî fikir û nêrîn in û dikarin mafên xwe bi dest bixin. Ev êrîş jî ji ber van sedeman in. Heke ji destê dewleta tirk bê dê oksejînê li ser gelê kurd qut bike.”
 
‘LI DIJÎ ÎNKAR Û ÎMHAYÊ YEKÎTÎ Û DIYALOG' 
 
Huseynî anî ziman ku dewleta tirk ne tenê li dijî kurdên li Rojava, li dijî hemû kurdan in û wiha axivî: “Ji ber ku armancên sereke yên dewleta tirk dijminatî û înkarkirina gelê kurd e. Divê partiyên siyasî xizmetê ji gelê kurd re bikin, diyalogê pêş bixin, ji bo gel bixebitin û dûrî nêrînên partîtiyê bisekinin. Divê hêzên kurd parastina dîroka kurd bikin. Ji ber ku mayîndebûna çanda kurdî, di parastina dîrokê de ye. Bi vê yekê dikarin pêşî li dijmin bigirin. Çanda kurdî jî hebûn û dîroka gelê kurd e û ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe.”
 
'DIVÊ GELÊ KURD DENGÊ XWE BILIND BIKIN' 
 
Huseynî herî dawî xwest gelê Kurd li dijî van êrîşan bêdeng nemîne û got: “Divê li dijî van hewldanên dewleta tirk, gelê kurd dengê xwe bilind bike. Di vê serdema êrîşên dewleta tirk de rola herî girîng dikeve ser milê rewşenbîrên kurd. Lewma divê xwedî helwest bin da ku gel û partiyên kurd ji bo yekitiyê hişyar bikin û nîşan bidin ku a herî rast, jiyana li ser bingeha azadiyê ye. Divê ji ewil jî yekitiya xwe ava bikin. Dikarin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lêvegerekê ji bo rewşenbîran ava bikin ku armanca vê lêvegerê çareserkirina pirsgirêkan û têkiliyên civakî û siyasî be. Divê rewşenbîr xwe ji hemû nakokiyên siyasî rizgar bikin û bibin xwedî kesayeteke azad.”