'Qatil li derve ne kurê min di girtîgehê de ye’

img
MÊRDÎN – Bavê Şerîf Mesûtoglû yê ji kuştina Qeymeqamê Dêrikê Fatîh Safîturk hat sûcdarkirin û cezayê girankirî yê heta hetayê lê hat birîn got: “Kurê min kirin qûrban. Qatil li derve ne kurê min di girtîgehê de ye.” 
 
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di 10’ê mijdara 2016’an de di odeya Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatîh Safîturk ê wek qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê hatibû kirin bombe teqiya û hatibû kuştin. Piştî bûyerê 71 kes hatibûn binçavkirin û ji van 15 kes hatibûn girtin. Di darizandinê de 14 kes hatibûn beratkirin. Şefê Karên Nivîsan ê Qeymeqamiyê Şerîf Mesûtoglû jî ji dozê hat darizandin û dadgehê bi îdiayên cuda du caran cezayê girankirî yê heta hetayê û 28 sal cezayê girtîgehê lê birî. 
 
Dadgeha Bilind cezayê Mesûtoglû di 11’ê hezîranê de pejirand. 
 
‘KURÊ MIN KIRINE QÛRBAN’ 
 
Bavê Mesûtoglû, Mesût Çelîk (66) diyar kir ku kurê wî wek “qûrban” hatiye bijartin û cezayê lê hatiye birîn neheqî û bêhiqûqî ye. 
 
Çelîk anî ziman ku kurê wî dem ali Walîtiya Bedlîsê dixebitî li ser daxwaza taybet a Safîturk anîne Dêrikê û hêj mehek wî li Dêrikê qediyabû teqîn pêk hat û wiha got: “Lawê min di kêliya ji avahiya qeymeqamiyê derdikeve biçe bankeyê teqîn pêk tê. Ew jî ji teqînê birîndar dibe. Li gel halê xwe yê birîndar jî dibeze odeya qeymeqam û mudaxileya ewil dike. Lê Amirê Emniyetê li kurê min dide û heqaretê lê dike.” 
 
DELÎL HATINE REŞKIRIN 
 
Çelîk da zanîn ku piştî teqînê delîlên derbarê teqînê de hemû tên tunekirin û dîmenên derdorê hemû hatine berhevkirin û tevî ku 4 sal bi ser re derbas bû jî hêj nehatine lêpîrsînkirin û eşkerekirin. 
 
‘GEF LI KURÊ MIN XWARIN E’ 
 
Çelîk bi bîr xist ku kurê wî di binçavan de tê îşkencekirin û wiha got: “Ji kurê min re gotine ‘tu navekî bidî me em ê te berdin.’ Kurê min jî gotiye ku dê giliyê kesî neke û ne wî bûyerê pêk aniye. Gef li kurê min xwarine û gotine ew ê di girtîgehê de wî bikujin.” 
 
BANG LI MALBATA SAFÎTURK KIR 
 
Çelîk destnîşan kir ku kurê wî bi awayek neheq û bêhiqûqî hatiye cezakirin û got: “Qatilên Safîturk hêj li derve ne. Ev qatil ew kes in ku delîlan tune kirine.” Çelîk bang li malbata Safîturk kir ku belge û agahiyên di destê wan de bila bi darazê û raya giştî re parve bikin. 
 
MA / Omer Akin