HDK: Bi kîlîtkirina deriyan nikarin rêxistina civakê asteng bikin

img
STENBOL - Hevberdevkên HDK'ê Îdîl Ugurlu û Sedat Şenoglu, mohrkirina avahiya KCD'ê û binçavkirina siyasetmedarên Kurd şermezar kirin û gotin: "Rêxistinbûna civakê bi kîlîtkirina deriyên avahiyan nayê astengkirin. Divê her kes li dijî vê yekê helwestek hevpar nîşan bidin. 
 
Berdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ugurlu û Sedat Şenoglu, têkildarî binçavkirina siyasetmedarên Kurd û mohrkirina avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxuyani dan. Hevberdevkên HDK'ê anî ziman ku ev zext û tundiya li ser KCD'ê perçeyekî topyekun ê îqtîdara AKP-MHP'ê ye û wiha gotin: "Bi van zextan dê nikaribin têkoşîna me ya demokratîk asteng bikin. Divê her kes li dijî van pêkanînên dijdemokratîk helwestek hevpar nîşan bidin. Di şexsê KCD'ê de dixwazin têkoşîna gelan krimalize bikin. Îqtîdar bi van zext û tundiya li ser civakê û rêxistinên demokratîk nîşan dide ku êdî têk çûye û ketiye neqebek bê derî. Mohkirina avahiya KCD'ê ne li gorî pîvan û sincên siyasî û feraseta demokrasiyê ye. Divê hemû kesên ji vê zilma AKP'ê de dibêjin êdî bes e, divê tev li vê têkoşînê bibin û di têkoşînê de bibin yek. Divê em hemû destê xwe bidin hev û li dijî van pêkanînan bi hevre têbikoşin."