Mentik: Tirkiye Hewler dagir kir dixwaze Silêmanî jî dagir bike

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Mamostayê Zanîngehê û Çavdêrê Siyasî Dr. Kameran Mentik, bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Sîlemaniyê da û got: "Tirkiyeyê Hewlêr dagir kiriye. Niha hewil dide Silêmaniyê jî dagir bike." 
 
Di rojên dawî de êrîşên hewayî yên TSK'ê li ser axa Herêma Federe ya Kurdistanê zêde dibe. Herî dawî balafirên şer li Silêmaniyê qada pîknîkê bombe kir. Têkildarî êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, Çavdêrê Siyasî û Mamostayê Zanîngeha Selahedînê Dr. Kameran Mentik ji Ajansa Rojnewsê re axivî. Dixtor Kameran Mentik diyar kir ku Tirkiye tevahî zagonên der barê serweriya xaka welatên herêmî de binpê kiriye û got: Armanca dewleta Tirk ne tenê Qendîl e. Armanca wê ew e ku tevahî cihên ku ji beriya peymana Lozanê di jêr destê Osmaniyan de bûn, carek din vegerîne ser Tirkiyeyê. Li Herêma Kurdistanê tiştek bi navê serkirdayetiya Kurd nemaye û tevayî îradeya xwe ji destdaye. Her kesê hêvî bi vê serkirdayetiyê mabe, tenê xwe dixapîne. Bi awayekî rasterast îradeya wan ketiye jêr destê Tirkiye û Îranê. Niha tenê ji bo mana xwe û malbata xwe têdikoşin.  Niha artêşa Tirk li piraniya çiyayên Başûr bicih bûye."