Ji Alîkarê Serokkomar pirsî: Kê êrîşî Tîl Rifat kir? 2019-12-03 15:35:15   AMED - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, êrîşa Tîl Rifat a piraniya wan zarok 9 kesên sivîl tê de jiyana xwe ji dest dan ji Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay pirsî.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel, êrîşa Tirkiyeyê û komên Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (AMS) ya li ser navçeya Tîl Rîfat a Şehbayê ku piraniya wan zarok 9 kesên sivîl têde jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 10 kes jî birîndar bûn, bir rojeva Meclîsê û derbarê êrîşê de pirs ji Alîkarê Serokkomar Fûat Aktay pirsî.     Guzel di pêşniyaznameya bir rojeva Meclîsê de ev pirs ji Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay kirin:    “*Ji 9’ê Cotmehê ve, ji ber pevçûnên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çend sîvîlan jiyana xwe ji dest dane?    *Kê êrîşî Til Rifatê kir? Gelo agahiya we ji vê êrîşê hebû?    *Ligel ku diviya bû pevçûn li herêmê bi dawî bibin jî, her roj agahiya mirina sivîlan tê. Gelo di vir de rola Tirkiyeyê heye yan na?    *Gelo agahiya we ji zarokên jiyana xwe ji dest dane heye û ji pevçûn bi dawî bibin Tirkiyeyê çi dike?   *Gelo komê AMS’ê li herêmê çi dikin û agahiya we jê heya ku ev kom hîna jî êrîşên xwe dewam dikin?    *Di 02’yê Kanûnê de li dijî Til Rifat êrîşek pêk hat û tê gotin ku di vê êrîşê de bombeyên MKE hatine bi kar anîn. Hîna Tirkiyeyê ji bo komên AMS’ê cebilxanê dişîne û ev cebilxane bi kîjan armancan tên bi kar anîn? Gelo agahiya wê ji vê yekê heye?”