Bulbul: Heta bi temamî dagirkerî neyê qedandin çareserî pêk nayê 2019-10-19 10:40:44 ÎZMÎR – Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul têkildarî biryara agirbestê axivî û got: “Heta dagirkeriya leşkerî ji Sûriyê bi temamî neqede nayê wê maneyê ku pirsgirêk çareser bûye. Dixwazin axa Sûriyê pêşkêşî Tirkiyê bikin.”  Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul biryara agirbestê ya di navbera Amerîka û Tirkiyê ya li ser Rojava li hev kirin nirxand.    ‘MEDYA HAVUZÊ PESNÊ ŞER DA’    Bulbul diyar kir ku agirbesta hatiye kirin erênî yê lê dê pirsgirêkan çareser neke û got: “Sûriye ya Sûriyeyan e. Kobanê, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî axa gelê kurd e. Divê însanên li wir biryara jiyankirina li wir bidin. Neheqê Tirkiyê ye ku biryara jiyankirina gelan li wir bide. Li ser Rojava şerek pirr micid hat birêvebirin. Tirkiye li dijî sivîlan jî heman şerî pêk anî. Medya havuzê tevdana şer kir û nijadperestiyê kir. Bi pesindayîna şer sûcê mirovahiyê hat kirin.”    ‘HETA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK PÊK NEYÊ PIRSGIRÊK NAYÊ ÇARESERKIRIN’    Bulbul da zanîn ku agirbesta pêk hatiye tenê ji bo çend herêman e û wiha got: “Agirbestek pêk hat. Em nikarin bêjin ev pirr baş e. Agirbest ji bo astengkirina mirin, xwîn, rondikên çavan girîng e. Lê ev agirbest ne çareseriya pirsgirêkan e. Divê hemû aliyên vê agirbestê jî wisa bibînin û ji bo mafên azadî, wekhevî û demokrasiyê yên gelan ên li Sûriyê bixebitin. Heta ev zemîna demokratîk ya rewa pêk neyê, nayê wê maneyê ku pirsgirêk hatine çareserkirin. Heta dagirkeriya leşkerî ya li Sûriyê bi temamî neyê qedandin, nayê wê maneyê ku pirsgirêk çareser bûye. Jixwe li hemû dinyayê jî hat dîtin ku tu rewabûna vê dagirkeriyê tune ye.”