Wezaretê ji bo parastina 'qeyûm' hiqûqê tehrîf kir 2019-10-19 10:18:48   AMED - Wezareta Karên Hundir, xala 127'emin a Destûra Bingehîn ku derbarê ji peywir girtina şaredaran a ji ber 'sûcê peywirê' de ye tehrîf kir û dadgehê xapand. Wezaretê, parast ku Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ji ber 5 lêpirsînê ku beriya peywirê lê hatine vekirin dikare ji peywirê bê girtin. Wezareta Karên Hundir, parastina têkildarî îtîraza ku ji bo ji peywir girtina Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli hatibû kirin, şand. Wezaretê, ji îtîraza ji bo "rawestandina birêvebirin û betalkirina kirariyê" ku li 1'emîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê hatibû kirin re parastineke bi 'dek' şand. Wezaretê, ji bo ji peywir girtina Mizrakli, 5 lêpirsînê ku beriya dest bi peywirê bike lê hatibûn vekirin û "lêkolînên pêş" yên ku ji aliyê wezaretê ve ji bo dema ser peywirê hatibûne kirin nîşan da.  Wezaretê di parastina xwe de xala 127'emin a Destûra Bingehîn ku derbarê ji peywir girtina şaredaran a ji ber 'sûcê peywirê' de ye tehrîf kiriye û bi vê yekê dadgehê xapandiye.