Kûbîlay: Divê Tirkiye ji axa Sûriyeyê derkeve 2019-10-18 12:55:32 ENQERE - Berdevkê HDP’ê Gunay Kûbîlay, diyar kir ku hesapê şaş ji Rojava vegeriya û got: “Em agirbestê girîng dibînin. Divê Tirkiye ji axa Sûriyeyê derkeve.” Kûbîlay bertek nîşanî tayînkirina qeyûman jî da û bilêv kir: “Destên xwe yên dijî tudî ji ser şaredariyên me rakin.”  Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kûbîlay, li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê  lidar xist û mijarên di rojevê de nirxandin. Kûbîlay, dest pê kê bal kişand ser hevîdinên di navbera DYA û Tirkiyeyê yên li ser êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û agirbesta hat îlanakirin de axivî.    Kûbîlay, diyar kir ku di nava 10 rojan de bi sedan kes hatin qetilkirin û wiha axivî: “Ji 300 hezarî zêdetir mirov koçber kirin. Em hevdîtina di navbera DYA û Tirkiyeyê ya li ser êrîşên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku tê de agirbesta 5 rojan hat îlankirin, girîng dibînin. Ne tenê pêdiviya Sûriyeyê, pêdiviya hemû Rojhilata Navîn bi aştî û yekitiyek mayîn de heye. Pêdiviya tevahiya cîhanê bi vê heye. Divê pirsgirêk ne bi şer bi muzakeran bên çareserkirin. Pirsgirêka gelê kurd pirsgirêkek dîrokiye. Kilîta çareseriya Tirkiyeyê jî ne li Washîngton û Moskovayê ye, li Tirkiyeyê bi xwe ye. Pirsgirêka gelê kurd encex bi kurdan re bê çareserkirin. Kilîta çareseriyê li Enqerê, Amed û Îmraliyê ye.”   ‘DIVÊ GUH BIBIN ÎMRALIYÊ’    Kûbîlay, da zanîn ku divê AKP hesabekê rast bike, guh bide dengê Îmraliyê û wiha got: “Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, aştiyek birûmet û çareseriyek daîmî bê avakirin. Herêma ewlekariyê ya bê avakirin hema hema hûmû ji bajarên kurdan pêk tê.  Ji sedî 70’î kurdên li Sûriyeyê, li vê herêmê dijîn. Di şerê 10 rojan de bi sedhearan kurd axa xwe terk kirin. Divê ev gel bê parastin.”    ‘DIVÊ TIRKIYE JI ROJEVA VEKIŞE    Kûbîlay, da zanîn ku Sûriye ya gelên li Sûriyeyê dijîne û wiha bilêv kir: “Mîna gelên li Tirkiyeyê dijîn. Berî her tiştî divê Tirkiye dest ji polîtîkayên xwe yên êrîşkar, deste serkirin û mîtîtarîzmê berde. Divê Tirkiye bê şert û merc ji axa Sûriyeyê derbikeve û vekişe xeta ser sînorê xwe.     HESABÊ ŞAŞ JI ROJEVA VEGERIYA    Kûbîlay bal kişand ser tayînkirina qeyûman jî û wiha pê de çû: “Ev rastî carek din di hilbijartinên 31’ê Adarê û 23’yê Hezîranê de derketin holê. Cardin derket holê ku HDP mafdare, meşrûye û rastiyan dibêje. Hesapên şaş ji Rojeva vegeriya. Êdî têkoşîna aştiyê veguheriye mafê gel ê gerdûnî. Agirbesta hat îlankirin, encamê têkoşîna di aştiyê de israr kirine. Em ê vê tekoşînê mezintir bikin û em ê têkoşîna xwe ya welateke aştîxwaz, herêmeke aştîxwaz û cîhanek aştîxwaz bi israr dewam bikin.”    ‘QEYÛM TAYÎNÊ ŞAREDARIYÊN ME KIRIN’   Kûbîlay, dest nîşan kir ku serê vê sibê qeyûm tayînê şaredariyên Nisêbîn, Gever, Colemêrgê kirin û wiha  bertek nîşan da: “Carek din qeyûm tayînê şaredariyên me kirin. Berî her tiştî em hişmendiya qeyûma bi awayekê tund şermezar dikin. Êdî nikarin bi rêveberiyek demokratîk û siyasetek meşrû bi rêve bibin. Kes baweriya xwe bi derew û fesadiyên wan nayîne. Vê desthilatdariyê meşrûbûna xwe  winda kiriye. Ji ber vê ev operasyon, binçavkirin û girtinên şaredariyan ne hiqûqî, keyfîne.”   ‘DESTÊN XWE JI SER ŞAREDARIYÊN ME RAKIN’   Kûbîlay, tayînkirina qeyûman bi zimanek tund şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li desthilatdariyê dikin, wan destên xwe yên tun dli ser şaredariyên me rakin. Dawî li dijminantiya xwe ya kurd bînin. Demildest hevşaredarên em berdin û dawî li rejîma xwe ya qeyûmger bînin.”