Baş: CHP her demê dibe pişteka AKP’ê 2019-10-18 10:19:35 ENQERE - Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, diyar kir ku AKP ji bo emrê xwe dirêj bike, Tirkiye dixe nava şerê kor û wiha got: "CHP jî her dem ji bo AKP’ê bûye piştek."  Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel agirbesta di navbera Tirkiye û DYA'yê de jî di roja 10'an de berdewam dike. Serokê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û parlamenterê Stenbolê Erkan Baş, bal kişand ser êrîşên Tirkiye yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û helwesta CHP'ê ya li hemberî AKP'ê. Baş, anî ziman ku AKP tenê ji bo berjewendiyên xwe Tirkiye xist nava şer û wiha got: "Yên  li dijî helwesta AKP'ê derketin jî hatin astengkirin. AKP ji bo temenê xwe dirêj bike Tirkiye xist nava şer. Dema em li Enqereyê dinerin, em dibînin ku îktîdar li hundir tengav bûye. Ji bo têkçûna xwe bincil bike vê hamleyê pêş dixe. Rageşiyê zêde dike. Bi polîtikayên tundî û zextan dixwaze civaka Tirkiyeyê teslîm bigire."    ‘NE REWA YE'    Baş, anî ziman ku îktîdar dixwaze li gorî xwe muxalefetê bide axaftin û wiha got: "Yên vê yekê wekî şer û dagirkeriyê pênase dikin wekî dijminê welat û xayin îlan dikin. Dixwazin mutabakatek neteweyî ava bikin. Yên li dervê vê mutabakatê dimînin, tevan wekî xayîn îlan dikin. Hemûyan terorîst îlan dikin. Her operasyonên dervê sînor îhlal e. Bi operasyonên dervê sînor axa welatekî din tê îhlalkirin. Ev ne rewa û ne zagonî ye."    Baş, helwesta CHP'ê ya ji tezkereyê re got 'Erê' jî rexne kir û wiha got: "CHP’ê tezkere erê kir. Got 'Erê' Bi vê yekê şaşiyek mezin kir. Yên dengê xwe dan CHP’ê piranî ji pirsgirêka neteweyî zêdetir li dijî zextên AKP’ê dengê xwe dan CHP'ê. CHP ji ber vê helwesta xwe ya tezkereyê wê bedela wê giran bide. CHP, her cara ku AKP dikeve tengasiyê ji bo ê dipe piştek û darê bin piyê wê. Ya ku CHP dike ne parazvaniya dewletê ye. Di vî şerê ku Tirkiyeyê li herêmê daye destpêkirin ji kesên jiyana xwe ji dest dide bi qasî AKP berpirsiyar e, CHP ji berpirsiyar e.    Li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye hemû cîhan bi bertek in. DYA dixwaze gelê herêmê têxe nava hev û li hev sor bike. Yên bi salan be li gel Tirkiyeyê ev yek plan dikin, em dibînin niha li dijî Tirkiyeyê ne. Di qada navneteweyî de ji ber polîtîkayên AKP’ê êdî Tirkiye ne rewa ye.    'KURD BERXWEDANEK DÎROKÎ DIDIN'    Baş, bal kişand ser şerê Kurdan ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha lê zêde kir: "Di serî de gelê Kurd, gelê herêmê di nava berxwedanek dîrokî de ne. Divê ji bo pêşeroja Sûriyeyê gelê li Sûriyeyê biryarê bidin. Divê gelê Kurd û Ereb bi hevre bijîn. Ev polîtîkaya jiyana hevpar girîng e. Divê Rêveberiya Şamê û Tirkiye li hev rûnên. Divê ne li ser serdestiya gelê herêmê, divê li ser berjewendiyên gelê herêmê li hev bikin. Pirsgirêka Kurd hem li Tirkiyeyê hem jî li herêmê nîşan dide ku jiyanî ye."    MA / Diren Yurtsever