Gunay: Wê kurd bi Yekîtiya Neteweyî bi ser bikevin 2019-10-18 09:12:18 MÊRDÎN - Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay ku êrîşên li ser Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandên, got: "Li vê erdnîgariyê çareserî bi Birêz Abdullah Ocalan pêkan e." Her wiha Gunay, destnîşan kir ku wê kurd bi Yekîtiya Neteweyî ya Kurd bi ser bikevin.  Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Ebrû Gunay, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin.    Gunay, destnîşan kir ku AKP, "partiyeke ku xwe bi şer û pevçûnan xwedî dike" got: "Tu projeyeke wê ya ji bo aramî û aştiyê tune ye. Ji sala 2002'yan ve îktîdar e. Bûye partiyeke ku nikare hilberîne. Tenê bi şer xwe diparêze. Ev jî nîşan dide ku hikûmeta AKP'ê nikare vî welatî bi rê ve bibe."    ‘BANGAWAZIYÊN OCALAN FIRSEND BÛN'   Gunay, bal kişand ser rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo rawestandina pêvajoya şerî û peyamên Ocalan ên di warê lihevkirina civakiyî, siyaseta demokratîk bi bîr xistin. Gunay, anî ziman ku tevî hemû neyînî û êrîşan jî Ocalan helwesta xwe ya aştiyane diparêze û got: "Li vê erdnîgariyê çareserî bi Birêz Abdullah Ocalan pêkan e."   Gunay, anî ziman ku banagwaziyên Ocalan ji bo çareseriyê firsendeke mezin bûn, lê belê AKP'ê şer tercîh kiriye.    BANGAWAZIYA JI BO TIFAQA KURDAN    Her wiha Gunay, ji bo polîtîkaya CHP û Partiya ÎYÎ'yê jî got: "Tiliya wan jî di xwîna ku AKP dirijîne û dijminatiya bi kurdan re tê kirin heye. Êdî hikûmeta AKP'ê nikare vê civakê bi şer jî îdare bike. Cîhan êdî polîtîkayên derve yên AKP'ê qebûl nake. Naxwazin bibin şirîkê sûcê şerî yê AKP'ê. Peyama bertekên navneteweyî ev e."    Herî dawî Gunay, bilêv kir ku wê bi yekîtiya neteweyî re êrîş bi dawî bibin û got, wê kurd bi Yekîtiya Neteweyî ya Kurd bi ser biekvin.