Ayetullah Aşitî: CHP jî operasyonê rast nabîne 2019-10-17 14:37:32 ENQERE –Partiyên Kurdan li Enqereyê bi CHP, HDP û Endamên Yekîtiya Ewropa re hevdîtin kir. Endamê heyeta partiyên Kurd û Berdevkê Hereketa Azadî Ayetulah Aşîtî, diyar kir ku CHP jî li dijî operasyonan e. Parlamenterê HDP'ê Îmam Taşçier jî bal kişand ser yekîtiya Kurd û wiha got: "Eger em di 2013’an de di xebatên Yekîtiya Neteweya Kurd a li Başûrê Kurdistanê bi ser ketibûna, wê îro li dijî Kurdistana Sûriyeyê û Kurdistana Başûr ew qas êrîş pêk nehatina."   Partiyên Kurdan li dijî tayînkirina qeyûman û êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di 15'ê Cotmehê de li Enqereyê CHP, HDP û endamên Yekîtiya Ewropa ziyaret kir. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier û Berdevkê Haraketa Azadî Ayetullah  Aşitî, tekildarî naveroka hevditinê  ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.    Taşçier, anî ziman ku wan ev ziyaret berê plan kiribû û wiha got: "Berê me têkildarî qeyûman ev hevdîtin plan kiribû. Lê piştre êrîşên li dijî Kurdistana Rojava pêş ketin. Li ser vê yekê em hem mijara qeyûman û hem jî mijara Rojava axivîn. Me bi Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Sezaî Temellî re li meclîsê hevdîtin kir. Me der barê polîtîkayên qeyûman de fikarên xwe anîn ziman. Em li ser fikra ku qeyûm tayînî vîna gelê Kud kirine bûn yek. Dîsa di hevdîtinê de êrîşên li ser Kurdistana Rojava bi zimanekî tund hat rexnekirin. Bi taybetî ji bo raya giştî ya Navneteweyi bê avakirin daxwaz hatin kirin.    'CHP BAWERIYÊ NADE KURDAN'    Taşçier, anî ziman ku di ziyaretên YE û CHP'ê, ew beşdarî  hevdîtinan nebû û wiha got: "Min ji partiyên kurdan ên tev li hevdîtinê bû guhdar kir. Nerînên CHP û YE'ê erênî nirxandin. Bi taybetî meseleya erêkirina "Tezkereyê" ya CHP’ê anîn rojevê. Ger ku CHPê di sala 2016'an de li meclîsê destnedayîna parlamenteran erê nekiribûya, Erdogan û îktidar ew qas bi hêz nedibû. CHP'ê hêj nû ferq kiriye ku wê demê şaşî kirine. CHP  dîsa wê di demên pêş de ferq bike ku bi gotina ‘erê' ya teskereyê şaşî kirine. CHP'ê heta niha bawerî nedaye Kurdan. Ji ber ve yekê bûye patiya tabelayan.    Taşçier, anî ziman ku ji bo Yekîtiya Neteweya Kurd demek dirêj xebatê dikin û wiha axivî: "Gava yekem me di hilbijartinên herêmî de avêt. Bi êrîşên li ser destkeftiyên Kurdan re xebatên me yên ji bo yekîtiya neteweya Kurd jî zêde bûn. "Eger em di 2013’an de di xebatên Yekîtiya Neteweya Kurd a li Başûrê Kurdistanê bi ser ketibûna, wê îro li dijî Kurdistana Sûriyeyê û Kurdistana Başûr ew qas êrîş pêk nehatina. Divê çar perçeyên Kurdistanê bi Ruhê Kobanê tev bigerin û bibin yek. AKP, li ser Kurdan polîtîkayê dijminantiyê pêş dixe. Mînaka herî dawî kalê 74 salî ji ber ku li Nexweşxaneyê bi Kurdî axivî rastî lîncê hat. Erdogan dibêje ez ê ji Minbicê heta Iraqê bistînim. Ev tê wateya ku dê di pêşerojê de têkevin Misûl û Kerkûkê.    ‘JI BO KRÎTERÊN KOPENHAG'Ê DIVÊ EM ZEXTAN BIKIN   ndamê heyeta partiyên Kurd û Berdevkê Hereketa Azadî Ayetulah Aşîtî, diyar kir ku CHP jî li dijî operasyonan e. Aşitî jî anî ziman ku di ziyareta YE'ê de bi taybetî xwest di çarçoveya mafên mirovan û krîterên Kopenhagê de Tirkiye gavan bavêje û wiha got: "Me xwest YE zextan li Tirkiyeyê bike ku li gorî pîvanên Kopenhangê tev bigere. CHP'ê jî wekî xwe bide efûkirin tev geriya. Tu kes operasyona li dijî Sûriyeyê rast nabînin. CHP jî vê operasyonê rast nabîne. Lê diyar kirin ku ji ber hasasiyeta gelê xwe li ber çavan girtin ji tezkereyê re gotin 'Erê."    Aşitî xwest êdî Kurd bi hev mijûl nebin û berî her tiştî li dora yekîtiya neteweya Kurd bibin yek.