Kurtulan: Ev dagirkerî ye 2019-10-14 15:38:19 ENQERE - Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, diyar kir ku êrîşa Tirkiye ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagirkerî ye û wiha got: "Li pêş çavê cîhanê li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujî kirin." Wekila Serokên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kurtulan, li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Kurtulan, diyar kir ku êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne dagirkerî ye û wiha got: "Demek dirêj prova kirin. Gotin 'Dibe kêliyek bê wext em têkevin nav. Mixabin vî şerî dest pê kiriye. Tirkiye çima pêdivî bi vî şerî dît? Di kijan şertan de ket vî şerî? Tirkiye her roj di nava krîza aborî û betaliyê de viz dide. Pirsgirêka edalete heye."   EV DAGIRKERÎ YE    Kurtulan, bal kişand ser êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha lê zêde kir: "Em wekî HDP'ê mudaxaleya li dijî axa welatekî din şer û dagirkerî pênase dikin. Navê vê yekê şer û dagirkerî ye. Niha dibêjin ev gund hat bi dest xistin. Ev xezp kirin. Dema em li van daxuyaniyên wan dinerin em dibînin ku ev dagirkerî ye. Numan Kurtulmuş ji xwe ev yek wekî şer pênase kir. Bi êrişan mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Li Navçeya Nisêbîn, Serêkaniyê, Kaniya Xezalan û Pirsûsê bombe ketin. Lê em nizanin ku ew bombe ji ku hatin. Li ser vê mijarê wekî HDP'ê heyeta me di serokatiya Mithat Sancar de xwest biçe Nisêbînê lêkolîn bikin. Lê destûr nedan heyet biçe Nisêbînê. Dîsa dema em li qeyda dengê Hakan Fidan a got ‘Hinceta vê yekê hêsan e. Em dê biçin aliyê din ê sînor û em dê bombeyekê bavêjin bikin hinceta şer'. Ji vir xuya dike ku bombe ji ku hatiye. Li aliyê Sûriyeyê jî erîş li dijî sivilan pêk hatin. Gelek sivîl hatin kuştin. Li pêş çavê cîhanê komkujî kirin. Em bûn şahid ku li pêş çavê cîhanê komkujî kirin. Dema karwanek dihat Qamişlo maşîna Sekretera Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelefin rawestandin û bi zindî înfaz kirin. Ji maşînê derxistin û li wir înfaz kirin. Dema em li dîmenên Rêzdar Xelef temaşe dikin êşa herî mezin a mirovahiyê ye. Lê Rojnameya Yeni Şafak’ê cuda dide. Dibêjin em şer li dijî kesên çekdar didin. Lê di hembêza dayikê de zaroka bê ruh heye. Me ev temaşe kirin. Li nisêbînê li ser mirovan bombe bariyan û 12 kesan jiyana xwe ji dest dan."    Kurtulan, bal kişand ser koçberiya herêmê û wiha lê zêde kir: "Neteweyên Yekbûyî diyar dike ku mirov koç dikin. Berdevkê Ofîsa Hemwext a Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê 130 mirovan xaniyên xwe terk kirin. Diyar dikin ku dê hêjmara koçberan  400 hezarî derbas bikin. Bijîşkên sînornenas daxuyanî dan. Diar kirin ku li Girê Spî tenê nexweşxaneyek hebû. Ew jî ji ber êrîşan hat girtin. Dema em tevan komî ser hev bikin em dibînin li vir sûcê Mirovahiyê heye."     Kurtulan, anî ziman ku li ser wê axê Kurd, Tirk, Ermenî û Suryanî bi hevre di nava aştiyê de dijîn û heta niha tu pirsgirêka wan bi hevre çênebûye û wiha berdewam kir: "Divê Tirkiye hurmetê nîşanî wan bide. Li wir hemû netew û civak di nava jiyanek demokratik de dijîn. Divê Tirkiye modela Rojava ji bo xwe mînak bigire. Lê êrîş dike. Hefteya borî pakêta darazê anîn rojeva meclîsê. Di bin siya şer de pakêta darazê tînin rojevê. Wezîr Soylu aşkere kir. Yên ji ber gotin 'Ji şer re na' û fikrên xwe anîn ziman hatin binçavkirin. Der barê mirovan de lêpirsîn hat vekirin."