Gergerlioglu: Ji bo maf û azadiyan divê rêxistinên civaka sivîl bên cem hev 2018-12-10 09:01:08 EDENE – Endamê Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê ya HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû, der barê Hefteya Mafên Mirovan de axivî û got, maf û azadî tên binpêkirin û demildest divê rêxistinên civaka sivîl nêrînên xwe yên siyasî deynên hêlekê û ji bo vê bên cem hevdu.  Piştî Neteweyên Yekbûyî (NY) Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan qebûl kir, 7-10'ê Kanûnê wekî "Hefteya Mafên Mirovan" hat îlankirin. Di vî warî de li Tirkiyeyê her diçe binpêkirinên mafan û hiqûqê zêdetir dibin. Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê û Endamê Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê ya HDP'ê Omer Farûk Berberlîoglû bi boneya Hefteya Mafên Mirovan ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) bal kişand ser rewşa li Tirkiyeyê. Li gorî Gergerlîoglû serdema herî xirab a dîroka Komara Tirkiyeyê ev serdem e.    Gergerlîoglû destnîşan kir ku Tirkiye di warê maf û azadiyan de li cîhanê di rewşeke pir xirab de ye. Gergerlîoglû bal kişand ser xirabûna pergala edalet û dariazê û kapasîteya li girtîgehan jî û got: "Niha em li Tirkiyeyeke noq bûye temaşe dikin. Em li rewşeke cihê şermê ye temaşe dikin. Em li Tirkiyeyeke hemû destkeftî hatine tunekirin temaşe dikin."    Gergerlîoglû got: "Li welat cudahiya hêzan hatiye tunekirin. Daraz, qanûnçêkirin û birêvebirin di destê yekkesî de ye û ev kes li gorî daxwaza xwe şikil dide vê yekê. Hiqûq bi temamî daxilî siyasetê hatiye kirin. Bi vê re têgîna hiqûqê jî ji holê radibe. Ên karê wan zehmet e hiqûqnas in. Mixabin edalet hatiye xirabkirin. Ji bo dewleta hiqûqê ji holê bê rakirin bi awayekî dijwar êrîşî hiqûqnasan dikin."    RÊYEKE DIN   Gergerlîoglû, destnîşan kir ku mekanîzmaya dewletê ya heyî ji dêvla vê rewşa neyînî ji holê rabike bi rêya "tepisandin, serîtewandin û çewisandinê" dixwaze encamê bigire. Gergerlîoglû bilêv kir ku ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin û li hemberî vê yekê bal kişand ser girîngiya muxalefeta demokratîk.    Gergerlîoglû, diyar kir ku di pêvajoyeke aştiya civakî hatiye windakirin de ew ji bo mafên mirovan têdikoşin û got: "Di vê hefteyê de jî dewlet şerm nake û pîrozbahiyan dike. Her wiha saziyeke bi navê Mafên Mirovan û Wekheviyê heye. Beyanên serokê vê saziyê hene. Pir aşkere ye, ev beyan dijî mafên mirovan e. Feraseteke wisa anîne ser desteyên mafên mirovan. Ev cihê xemgîniyê ne. Lê belê bi salan e em vê yekê di mekanîzmanyên dewletê de dibînin."    'HELBET WÊ KIRYAR LÊPIRSÎNA BINPÊKIRINA KESAN NEKIN'    Gergerlîoglû, diyar kir ku tiştên li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan diqewimin wî xemgîn dike û got: "Karê me yê ewil ew bû, em li hemberî serokê komîsyonê bitêkoşin. Çimkî ew sedema binpêkirina ne. Li hemberî binpêkirinan xwe li nedîtinê datînin û li gor wan binpêkirin guncan in. Ev rewş cihê xeyalşikestineke mezin e. Lê belê li ber vê em me serî netewand û em têdikoşin. Ji bo Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan bixebite em têdikoşin. Baş tê zanîn divê li Tirkiyeyê têkoşîna di warê mafên mirovan de ji dewletê re neyê hiştin. Divê civaka sivîl xwedî lê derkeve. Em mecbûr in her mekanîzmayê jî bi kar bînin. Helbet kiryarên binpêkirinan wê nexwazin lêpirsîna binpêkirinan bikin. Lê di vî warî de çi ji destê me tê em dikin."    Gergerlîoglû, destnîşan kir ku ji bo dawî li vê rewşê bê, demildest divê rêxistinên civaka sivîl nêrînên xwe yên siyasî deynin hêlekê û ji bo maf û azadiyan bên cem hevdu. Gergerlîoglû got: "Ancax wê bi vî awayî mafên mirovan xurt bibin. Divê her derdor bê û careke din vê yekê pêk bîne. Wekî din tu rê tune ne."    MA / Hamdullah Kesen