CHP'ê biryar girt ku avahiya xwe ya bajêr a Stenbolê bigire 2025-09-08 17:17:58   STENBOL- CHP'ê biryar girt ku avahiya xwe ya Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya li Sariyerê bigire.    Navenda Giştî ya CHP'ê, biryar girt ku avahiya xwe ya Serokatiya Bajêr a Stenbolê ku Gursel Tekînê ji aliyê dadgehê ve wekî qeyûm tayinî Serokatiya Bajêr a Stenbolê hat kirin û di bin çavdêriya polîsan de ket hundirê wê, bigire.  CHP'ê di çarçoveya serlêdana li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ya Sariyerê, heya Kongreya Awarte ya Bajêr a Stenbolê li dar bixe û serokê bajêr û rêveberiya nû bê hilbijartin, navnîşana nû ya serokatiya bajêr ragihand Walîtiya Stenbolê û Dadgeha Bilind.    Kongreya Awarte ya Bajêr a Stenbolê dê di 24'ê Îlonê de bê lidarxistin.