DEM Partiyê û CHP’ê bertek nîşanî binçavkirina Ahmet Ozer dan 2024-10-30 11:37:43   ENQERE -  Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bertek nîşanî binçavkirina Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ê ku di çarçoveya Lihevhatina Bajêr de hatibû bijartin dan.   Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan nerazîbûn nîşanî binçavkirina Serokê Şaredariya Esenyûrtê Ahmet Ozer ê ku di çarçoveya Lihevhatina Bajêr de ji CHP’ê hatibû bijartin da. Dogan li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyanî da.    Dogan bi bîr xist ku Ahmet Ozer bi formula Lihevhatina Bajêr hatiye bijartin û destnîşan kir ku ew binçavkirina Ozer wek tesadufê nabînin.    NERAZÎBÛN NÎŞANÎ GOTINÊN ERDOGAN DA    Ayşegul Dogan bal kişand ser daxuyaniya Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan ku duh gotibû, “Bahçelî bê pêşdaraz binirxînin” û wiha got: “Divê ji bo vê yekê demildest dev ji van rêbazan bê berdan. Ahmet Ozer bi îradeya gelan hatiye bijartin û peyama ji bo vê tê dayîn pir eşkere ye. Diyar e kesên ku ji xebat û feraseta şaredarvaniya Serokê Şaredariya Esenyûrtê ku cih dide nasname û çanda kurdan aciz in û li ser kar in. Divê demildest dawî li vê êrişa li dijî Şaredariya Esenyûrtê bê anîn û Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer bê berdan. Pêwîste tu kes li ber vê desteserkirina îradeyê bêdeng û temaşevan nemîne.”    OZEL Û ÎMAMOGLÛ JÎ NERAZÎBÛN NÎŞAN DAN   Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî nerazîbûn nîşanî binçavkirina Ahmet Ozer dan.    Ozgur Ozel destnîşan kir ku operasyonek komployê li dijî şaredarê wan hatiye kirin û destnîşan kir ku li hemberî Ahmet Ozer lîstikekek qirêj û plankirî hatiye kirin û got: “CHP nabe beşeke vê planê û wê teslîm nabe.”    Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî li ser hesabê xwe yê X’ê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî binçavkirina Ozer da û diyar kir ku ew ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin û got: “Ahmet Ozer di gelek erkên dewletê de cih girtiye û xebat bi rê ve birine û zanayekî bi nirx e û pêwîste êdî girtina siyasetmedar û zanyaran, operasyonên şeveqê bi dawî bibin. Divê êdî em vî welatî ji operasyonan rizgar bikin.”