MYK’a HDP’ê li Stenbolê civiya 2020-10-17 13:53:24 STENBOL - MYK’a HDP’ê, ji bo ku bernameya xwe ya xeta siyaseta dema nû diyar bike, li Stenbolê civiya.     Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya  Demokratîk a Gelan (HDP) li Stenbolê civiya. Endamên MYK’ê yên dibin serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar de civiyan, civîna xwe li avahiya Rêxistina Bajar a Stenbolê pêk anî.    Di civînê de, pêvajoya siyasî hat nirxandin, bernameya dema nû hat diyarkirin, êrîş û zextên li dijî partiyê hatin nîqaşkirin.    Civîn wê heya saet 17.00’ê şevê dewam bike û biryarên di civînê bên girtin, wê dûre bi raya giştî re bên parvekirin.