Gunay: Operasyona li dijî KCD'ê dijminantiya Kurdan e 2020-06-26 13:14:35 ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, serdegirtina polîsan a KCD'ê û binçavkirina siyasetmedarên Kurd ermezar kir û got: "Ev encama polîtîkayên li dijî Kurdan e. Ji ber AKP dijminantiya Kurdan dike di çend salên dawî de hewl didin ku KCD'ê kriminalize bikin."  Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, têkildarî geşedanên dawî li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, ewil operasyon û serdegirtina li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) şermezar kir û wiha got: "Îqtîdar bi van operasyonan carek din dijminantiya xwe ya Kurdan aşkere dike. KCD kongreya herêmê ya ku partiya me jî di navde ye. KCD ji bo yekîtiya herêmê bû bêhnek. KCD di pêvajoya çareseriyê de bi awayekî fermî ji aliyê meclîsê ve hat qebûlkirin. Wekî vîna gelê herêmê hat dîtin. Lê di salên dawî de ji ber AKP li dijî gelê Kurd dijminantiyê dike, hewl dide ku KCD'ê kriminalize bike. Zext û tundiya li ser KCD û saziyên Kurdan zêde dike."   Gunay,  bal kişand ser delîlên sûc ên operasyona li dijî KCD'ê û wiha lê zêde kir: "Tabelaya KCD'ê, pirtûkên bi bandrol wekî delîlên sûc nîşan dan. Ev aşkere dijminantiya Kurdan nîşan dide. Em serdegirtin û binçavkirinê şermezar dikin. Em bang li rayedaran dikin ku dawî li van operasyonên siyasî bînin."    ‘MEŞ BÛ HEVÎ'    Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, bal kişand ser meşê û got: "Meşa me ya 'Li dijî darbeyan meşa demokrasiyê' di nava civakê de kelecanek ava kir. Gelê ku rastî zilma îqtîdara AKP'ê ku her diçe zordestiyê zêde dike, li dijî vê destpotiyê daket qadan. Me hevî û coşa gel derxist qadan. HDP ji roja hatiye avakirin heta niha dimeşe. Ji bo demokratîkbûna Tirkiye HDP derketiye rê. Meşa me ya 15'ê Hezîranê perçeyek vê meşa dirêj e. Meşa me ya ji Colemêrg û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve despotiya AKP’ê carek din raxist ber çavan."    'DAXWAZA BAROYAN DAXWAZA ME YE'       Gunay, bal kişand ser daxwazên Serokên Baroyan û wiha berdewam kir: "Halê kesên pişta xwe daye Qesrê divê ji bo her kesî bibe ders. Em carek din dibêjin. Daxwaza Serokên Baroyan daxwaza me ye. Daraza serbixwe û bê alî daxwaza me ye. Êdî darazek serbixwe û bê alî pêdiviya bingehîn a Tirkiyeyê ye. Erdogan ê ku Daraz bi Qesrê ve girêdayî ye, niha jî dixwaze Baroyan bi Qesrê ve girê bide. Dixwaze civakê bê parastin bihêle. Dixwaze her dem daraz di kontrola wê de be. Dixwaze her qadê û her xebatê wekî ahtapotan têxe kontrola xwe."    ÇARESERÎ, ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD E   Gunay, da zanîn ku şer û operasyon ne çareserî ye û wiha lê zêde kir: "Em her tim dibêjin ku pirsgirêka Kurd bi şer û operasyonan çareser nabe. Çraeserî diyalog û muzakere ye. Em bang dikin ku em bi hevre têbikoşin. Li Tirkiyeyê pirsgrêka Kurdan a fermiyeta ziman, çand û nasnameyê heye. Divê Kurd ziman, nasnameya xwe azad bijîn. Li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasî û edaletê heye. Çareseriya hemû pirsgirêkan, çareserkirina pirsgirêka Kurd e.    'DUH 3 JINÊN KURD LI PARÎSÊ ÎRO 3 JINÊN KURD LI KOBANÊ QETIL KIRIN'    Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, kuştina 3 jinên Kurd ên li Kobanê bi SÎHA hatin kuştin jî şermezar kir û wiha bi dawî kir: "Di 9'ê Çileya 2013’an de piştî hevdîtinên li Îmraliyê li Parîsê 3 jinên Kurd ên pêşeng hatin qetilkirin. Bi vê yekê rê li pêş çareseriya Kurdan girtin. Niha jî bi Gundê Helîncê yê Kobanê bi SÎHA 3 jinên Kurd qeil kirin. Şevê din li Şarbejêr a Silêmaniyê bombe kirin. Hemû kesî ev êrîş li ser medya civakî dît. Ev êrîş raste rast li dijî gel e. Em bang dikin ku dawî li vê helwesta xwe bînin. Dawî li van êrîşan bînin.  Îqtîdar ji bo daxwaza xwe ya keyfî qeyûman tayînî şaredariyan dike. Dîsa bi ser malên Hevşaredarên me ya Saricanê Bekir Polat û Canan Tagtekin de girtin û binçavkirin. Hêj dadgehê biryar nedabû qeyûm tayînî şaredariya Saricanê kirin. Ev eyneya bê hiqûqiyê ye. Operasyonên li dijî saziyan û tayînkirina qeyûman eyneya dijminantiya Îqtîdarê ya li dijî gelê Kurd e.