Şahidê Komkujiya Dersimê hunermend Silo Qiz koça dawî kir

  • rojane
  • 12:58 14 Kanûn 2019
  • |
img

DERSIM - Hunermend Silo Qiz ê hemû xizmên xwe di Komkujiya Dersimê ya 1938’an de winda kir, di 104 saliya xwe de koça dawî kir.

Hunermend, helbestvan ango kemanjen Silo Qiz ê kemanjen ku di Komkujiya Dersimê ya sala 1938’an de hemû xizmê xwe winda kir û bigotina "Nekujin wê ev me kêfxweş bike" vê sibehê li gundê Millî yê Dersimê koça dawî kir.
 
Silo Qiz ê li Gundê Millî yê Dersimê bi tena serê xwe dijiya. Qiz weke kesekî ku êş û hemû bûyerên 1938’an û baweriya Elewîtiyê kiriye awaz û stran dihat nasîn. Dengê keman û stranê wî li herêma Dersimê belav bibûn. Ew hunermendek bû ku li ber dengê kemana wî hemû bîranînên komkujiya Dersimê û êş kişandina herêmê zindî dibû. 
 
Wê cenazeyê Silo Qiz sibê li gundê Millî were veşartin.
 
SILO QIZ KÎ YE?
 
Silo Qiz li Dersimê nêzî sed sal in helbestan dihûne û hosteyê kemanê ye. Hêj di temenê 5 saliyê de bavê wî ew fêrî kemanê dike. Piştî demekê jî distire jî. Êş, kêfxweşî, serpêhatî û bûyerên bi serê gel de hatine bi awayekî hosteyî distire û dike huner. Piranî hunera xwe li dawet û cihên şînê yên gundan dikir. Silo Qiz yek ji şahidê zindî yê serhildana Dersimê ya 1938’an bû. Piştî berxwedan û komkujiyê êdî wî hemû stran ango helbestên xwe li rastiya wê demê dihonand.