Elî Kefo yê cêwiyê wî hat kuştin: Çi ji me dixwazin em zarok in

  • rojane
  • 11:25 14 Kanûn 2019
  • |
img

TIL RIFAT – Li Til Rifatê 8 jê zarok 10 sivîlan di êrişek bombebaranê de jiyana xwe ji dest dabûn. Di êrişê de cêwiyê Elî Kefo yê 9 salî jiyana xwe ji dest da û ew ji êrişê bi birîndar filitî. Kefo yê biçûk wiha got: “Çi ji me dixwazin? Em tenê zarok in.” 

 
Tirkiye û komên bi ser wê ve ji 9’ê Cotmehê ve êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Di 2’ê kanûnê de Tirkiye û komên bi ser wê ve li navçeya Til Rifatê ya girêdayî Şehbayê komkujiyek pêk anîbû. 
 
Di êrişa bombebaranê de 8 jê zarokên temenê wan di navbera 3 û 15an de diguhere 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû. Her wiha zarok jî di nav de 10 sivîl birîndar bibûn. 
 
Xizmên qurbaniyên komkujiyê diyar kirin ku bi zanebûn armanc hatine girtin û Komseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) êriş şermezar kiribû. 
 
'BOMBEYAN BI SER ZAROKÊN ME DE BARANDIN’ 
 
Hin zarokên jiyana xwe ji dest dan koçberên Efrînê bûn. Neçar mabûn ku li gel malbatên xwe ji Efrînê koç bikin. Yek ji van malbatan jî Nuseybe Mekan Ebdo û malbata xwe bûn. Mirinê li Til Rifatê jî pêşiya malbatê berneda. 
 
Zarokê malbatê Îmdat Ehmed Kefo di êrişê de jiyana xwe ji dest da û cêwiyê wî Elî Kefo û bi birayên xwe re birîndar rizgar bibûn. 
 
Bavê zarokan Nuseybe Mekan Ebdo anî ziman ku ew neçar mabûn ji Efrînê koç bikin û li Til Rifatê jî zilmê pêşiya wan bernedaye û wiha qala wê rojê kir: “Zarokên min wê rojê ji dibistanê vegeriyabûn. Du sê loqme tiştek xwarin û derketin derve. Bi hevalên xwe re çûn lîstikê. Bi yek carê deng bilind bû û em derketin derve me dît ku zarokên me tên bombebarankirin. Lawek min şehîd ket û du lawê min jî birîndar bûn.” 
 
'DIVÊ DINYA VAN KOMKUJIYAN BIBÎNE’ 
 
Ebdo wiha êşa xwe vegot: “Erdogan çi ji me dixwaze? Bajarê me dagir kirin têr nekir, li vir jî li me didin. Divê êdî dinya vê zilmê bibîne. Zarokan qetil dikin û kes nabîne. Em dixwazin dinya vê zilma li ser me meşrû tê dîtin bibîne.” 
 
Ebdo da zanîn ku ji wê rojê şûn ve zarokên wî newêrin derkevin derve û got: “Wê ev zarok carek din neleyîzin gelo?” 
 
CÊWIYÊ WÎ HATIYE QETILKIRIN 
 
Elî Kefo (9) yê cêwiyê xwe di êrişê de winda kir jî wiha got: “Ez ji milê xwe rastê birîndar bûm. Em ji dibistanê vegeriyan malê. Pişt re em ji bo bileyîzin derketin derve. Dema em dileyîstin bombe barandin ser me. Di bombebaranê de cêwiyê min Îmdat hat kuştin. Birayê min din jî birîndar bû. Lê ez û birayên min din rizgar bûn. Ji me çi dixwazin? Em bêsûc in û em tenê zarok in.” 
 
Tekane daxwaza Elî Kefo û malbatê ew e ku gavek berê gavekê vegerin Efrînê. 
 
DU LAWÊ WÎ BIRÎNDAR IN 
 
Muhammed Feqrî Heso jî ji Efrînê ye û di bombebaranê de du lawê wî birîndar bûne. Heso destnîşan kir ku ew li Efrînê di nava xweşî û aramiyê de dijiyan û Tirkiye û komên bi ser wê ve êrişî wan kirine û ji ber êrişê wan neçar mane ji warê xwe koç bikin. Heso da zanîn ku ew neçar mane ji Efrînê birevin û hatine li Til Rifatê bicih bûne û got: “Em bi hêviya ku rojek vegerin Efrînê hatibûn vir. Lê nahêlin em liv vir jî rehet rakevin û rûnên. Li vir jî me dikujin.” 
 
‘ÇIMA KES DENGÊ XWE DERNAXE?’ 
 
Heso anî ziman ku ew ji balafir û bombeyan rizgar nebûn û wiha got: “Niha du lawê min birîndar bûne. Lingê wî hat jêkirin û di lingê yekî de jî parçe heye. Çima li van zarokan didin? Çima dinya ewqas bêdeng e? Wê kes ji kirinên van re dengê xwe dernexe gelo? Sûc û gunehê zarokan çi ye gelo? Divê cîhan van birîndar û kuştinan bibîne. Her dilopek xwîna me ya dirije ji bo Efrînê ye. Em bi hêviya ku em ê rojek vegerin Efrîna xwe li vir dijîn.” 
 
MA / Nazim Daştan