Qedexeya li Wanê 3 sal in didome: Şerm e

  • rojane
  • 10:52 14 Kanûn 2019
  • |
img

WAN - Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Mûrat Belet, anî ziman ku qedexeya li ser çalakiyên li wan 3 sal in didomin û ev qedexe dibe sedema binpêkirina mafên mirovan û got: "Ev qedexe ji bo welat cihê şermê ye." 

 
Piştî hewldana leşkerî ya 15'ê Tîrmehê, Rewşa Awarte hatibû îlankirin. Walîtiya Wanê jî Rewşa Awarte kir hincet û ji 21'ê Mijdara 2016'an ve 15 rojan carekê li bajêr çalakiyan qedexe dike. Her çend di 18'ê Tîrmeha 2018'an de Rewşa Awarte bi dawî bûbe jî, lê belê li Wanê hezar û 119 roj in qedexe didome. 
 
Hevserokê TÛHAYDER'a Wanê Seyfettîn Ertaş, Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Mûrat Melet û Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê ya Wanê Vedrî Yamaç bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên ji ber qedexeyê pêk tên. 
 
Hevserokê TÛHAYDER'ê Seyfettîn Ertaş, anî ziman ku destûrê nadin çalakiyên komele, partî û sendîkayên muxalif û got, bi vî awayî azadiya fikr û ramanê tê binpêkirin. Ertaş, pêkanînên Rewşa Awarte ya salên 90'î bibîr xist û got: "Wê çaxê jî bi ser neketin. Tirkiyeyê paşvetir birin. Di şert û mercên niha de diviya Tirkiye demokratîktir bûna, lê belê her diçe ji demokrasiyê dûr dikeve. Hema bêje vegeriyaye salên 90'î. Hema bêje walîtî her roj biryarnameyan derdixe. Ev pêkanîn, pêkanînine antî-demokratîk in." 
 
‘REWŞA AWARTE DIDOME' 
 
Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Mûrat Melet jî, anî ziman ku îktîdar dibêje "me Rewşa Awarte qedand", lê belê li herêmê hîn jî didome. Melet, destnîşan kir ku bi qedexeyên li bajêr binpêkirinên mafan çê dibin û got: "Bi Rewşa Awarte re pêkanînên kêfî didomin. Em parêzvanên mavên mirovan nikarin li tu derî çalakiyan çê bikin. Em di Hefteya Mafên Mirovan de ne, lê em behsa binpêkirinên mafan dikin. Gelek çalakî hatin qedexekirin. Bi vî awayî mafên sereke yên azadiya fikr û ramanê tên binpêkirin. Qedexe, êdî bûye tiştekî rûtîn. Ev ji bo welatekî ku behsa demokrasî û hiqûqê dike cihê şermê ye. Heger parêzvanên mafên mirovan, kesên ehlê demokrasiyê û derdorên muxalif nikaribin dakevin kuçeyan û dengê xwe bilind bikin, ev tê wateya xespkirineke mezin heye. Demildest divê qedexeyên li herêmê û li Wanê bi dawî bibin." 
 
‘ÇIMA DITIRSE?' 
 
Berdevkê Şaxên Platformên KESK'ê Bedrî Yamaç jî destnîşan kir ku bi van qedexeyan tê xwestin ku derdorên muxalif bên tepisandin û got, ev pêkanîn li dijî demokrasiyê ne. Yamaç, got: "Ji hêlekê ve behsa demokrasiyê dikin ji hêla din jî çalakiyan qedexe dikin. Îdia dikin ku welat welatekî pri demokratîk e. Lê li hêla din radibin muxalifan bêdeng dikin. Çima dtirsin ku gel dakeve kuçeyan?" 
 
Yamaç, destnîşan kir kur gelê Wanê van pêkanînan qebûl anke û got: "Ditirsin ku pirûskeke biçûk jî dibe ku veguhere serîhildanekê, loma van pêkanînan didomînin. Bi rastî jî heger doza demokarsiyê dikin, nexwe demildest divê ev qedexe bi adwî bibin." 
 
MA / Cemîl Ûgûr