'Em şahid in ku Azîz rojnameger e'

  • rojane
  • 10:16 14 Kanûn 2019
  • |
img

AMED – Rojnamegerên bi Azîz Orûç re rojnamegerî kirine, bertek nîşanî helwesta Wezareta Karên Hundir a Orûç wekî 'Terorîst" pênase kir dan û gotin: "Em şahid in ku Azîz Orûç Rojnameger e." 

 
Rojnameger Azîz Orûç 11’ê Kanûnê de li navçeya Bazîd a Agirî hat binçavkirin. Orûç, hêj li Muduriyeta Polîsan a Bajêr di bin çavan de ye. Medya hawiz binçavkirina Orûç bi sernavê “Terorîst Azîz Orûç hat girtin” servîs kir. Hempîşeyên Orûç û hevalên wî yên ku wî nas dikin bertek nîşan dan û diyar kirin ku şahide rojnamevaniya Azîzin.
 
‘LÎSTOKA MEDYA HAWIZ Û AKP’Ê YE’
 
Yêk ji rojnamegerên Azîz Orûç nasdike û şahidê rojnamevaniya wî ye, Nunerê Sendîkaya Rojnamevanan (TGS) ê Amedê Mahmut Oral e. Oral, diyar kir ku desthilatdarî kesên ku li dijî wan disekine wek “terorîst” dibîne û rojnamevan jî ji vê ferasetê nesîbê xwe digirin. Oral, zimanê medya hawiz jî rexne kir wiha got: “Ev yek lîstoka medya hawiz û AKP’ê ye. Der barê kesekî-ê de bi lez û bez biryardayîn lînçkirin e. Em dikarin bi nivîsandina rast xwedî li Azîz û hemû hempîşeyên xwe derkevin. Em şahidê rojnamevaniya wî ne. Bêjê saziyên sivîl yên civakî yên Amedê hemûyan li gel Orûç hevpeyvîn kiriye.”
 
‘YÊN ROJNAMEVANIYA RAST DIKIN TERORÎST ÎLAN DIKIN'
 
Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamevanên Azad Hakki Boltan jî da zanîn ku em şahidên rojnamevaniya Orûçin û wiha got: “Destnîşana Orûç di gelek nûçeyên girîng de heye. Bi nûçeyên dosya, bernameya TV’yê û nuçeyên li qadan xwe pêşçav kiriye. Dewlet û medya dixwaze kesên ku rojnamevaniya rast dikin terorîst nîşan bidin û krîmînalîze bikin.” Boltan, diyar kir ku niha 139 rojnamevan di girtîgehan de ne û wiha berdewam kir: “Peşiya çend rojan jî gelek rojnamevan ji ber muhalîf bûn hatin girtin. Ji bo Azîz jî heman komplo di meriyetê de ye. Dixwazin senaryoya ku pêşiyê amadekirî bigirin. Hêj dernexistine dadgehê tu cezayên wî jî nînin, lê hemû qenalên televizyonan wek 'terorîst' serwîs dikin." Boltan, bêdengmayîna rojnamevanên ku xwe muhalîf dibînin jî rexne kir û wiha domand: “Girtina rojnamevanan û pênasekirina 'terorîst' fêdeyê nade kesan.”
 
‘CIVAK JI MEDYA HAWIZ BAWER NAKE' 
 
Rojnamevan Dîcle Muftuoglû jî destnîşan kir ku şahida rojnamevaniya Orûç e û wiha axivî: “Ji sala 2014’an û vir de ez Ezîz nasdikim. Rojnamevanekî ku rastiya tê veşartin derdixe hole ye.” Muftuoglû, bertek nîşanî tawanbarkirina Azîz Orûç a bi gotina "terorîst" da û wiha berdewam kir: “Civak baweriya xwe bi medya hawiz nîne. Dizanin ku Azîz ne terorîst e û rastiya derdixe hole. Ji ber ku ev rewş jiyan e. Rûpêşê medya hawiz gelek caran ketiye xwar. Ji ber nûçeyên şaş û berovajî êdî rastiyan jî bêjin kes ji wan bawer nake." 
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ
 
Muftuoglu, herî dawî anî ziman ku piştî pakêta darazê pêşkêşî civakî kirin, Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) gotibû 'Rojnamegerên rasteqîn dê bên berdan" û li gorî xwe nasnameya rojnamegeran pênase kiribû û wiha got: "Pênaseya 'Rojnameger kîne? li şûna rêxistinên pîşeya rojnamegeriyê vê yekê pênase bikin, rêxistinên eleqeya wan û rojnamegeriyê bi hev tune û nêzî îqtîdarê ne pênase dikin. Azîz Rojnameger e. Yên bûne şahidê rojnamegeriya Azîz bila gotina xwe bêjin."